Şoreşa Rojava cihê pîrozbahiyê ye

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:15

  • Pîrozbahiyên ji bo salvegera 10´an a Şoreşa Rojava dewam dikin. 

Pîrozbahiyên ji bo salvegera 10´an a Şoreşa Rojava dewam dikin. Li Îtalyayê xelkê bi rojan bi şahî û çalakiyan piştgiriya xwe ya bi Şoreşa Rojava re eşkere kir. Li bajarê Elmanyayê Leipzigê jî xwepêşandanek bi heman armancê hebû. 

Çarşemê li Leipzigê rêxistinên înternasyonalîst xwepêşandanek organîze kir. Xwepêşanderan dagirkeriya Tirk û gefên wê yên  dagirkeriyên nû şermezar kir. 

Li Îtalyayê şahî bû

Li Îtalyayê salvegera Şoreşa Rojava bi kelecaneke mezin bi rojan e ku tê pîrozkirin.  Şahî û çalakiyên Tevna Piştgiriyê ya Îtalî Kurdî li bajarên Parma, Mantova, Mîlano, Bozen, Napolî, Kataniya, Palermo û Bolognayê bi rê ve çûn.

Li Bolognayê 19´ê Tîrmehê xwepêşandaneke protestoyî ya li dijî dewleta Tirk destpêka pîrozbahiyan bû ku li meydana navendî ya bajêr bi êr ve çû. Xwepêşanderan bi sloganên “Bijî Rojava", “Bijî PKK” û “Jin, Jiyan, Azadî” piştgiriya xwe ya bi şoreşê re îfade kir. Wan bag li her kesî kir da ku destketiyên şoreşê li dijî dijminên wê biparêzin.  

Çarşemê jî li Navenda Civakî Labas a li bajêr, ji bo piştgiriya madî ya bi Rojava re şîv hat xwarin. Pere ji bo Klînîka Seyar a Weqfa Azad a Jinan a li rojava re hatin berhevkirin. Ji bo 10 saliya şoreşê li bajêr neyê ji bîr kirin jî, li ser dîwarên navendê weêneyên hat xêzkirin. Piştre bi navê “Bibîranîn berxwedan e” li ser çanda bibîranînê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşangehek hat nîşandan. Di dawiyê de jî li filma “Ji Bo Azadiye” hat temaşekirin.

Beşdarên van çalakiyan çalakî ji bo xwe weke çavkaniya îlhamê bi nav kirin.

ANF/BOLOGNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.