Şoreşa me ye jî

În 11 Sibat 2022 - 22:50

  • Li Elmanyayê înternasyonalîst û li Fransayê jî ciwanan, meşa dirêj a salane ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hefteya bihurî kir.

BARIŞ BALSEÇER/ERKAN GULBAHÇE / STRASBOURG

Li Elmanyayê înternasyonalîst û li Fransayê jî ciwanan, meşa dirêj a salane ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hefteya bihurî kir. Ew ji dehan bajaran bihurîn û 6 rojan tevî şilî , êrişên polês û nijadperestên Tirk, bi coş, û gotina sloganan komploya navneteweyî protesto kirin û xwe gihandin Strasbourgê. Beşdarên meşên dirêj îro jî di çalakiya girseyê ya li dijî komployê de tên cem hev. 

Bêhtirî 200 ciwanên bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN´ê li Fransayê meşiyan, doh ji bajarê Ersteinê meşiyan û piştî 16 kîlometreyan xwe gihandin Strasbourgê. Wan li pey pankarta “Bi vîna ciwanên Apoyî, em ê Rêber Apo azad bikin” meşa xwe kir. 6´ê Sibatê wan meşa xwe ji bajarê Sierentzê dabû destpêkirin û di Mulhouse, Colmar, Ostheim, Selestat re derbas bûn. Heta gihîştin Strabourgê jî wan qederê 130 kîlometreyan rê li pey xwe hişt. Di dema meşa xwe de ciwanan ji bo ku PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin jî bi sedan îmze berhev kirin. 

Antîfaşîstan pişta ciwanan girt

Ji bilî ciwanên Kurd, çalakgerên atîfaşîst (Anti-Fa) ên Fransî jî beşdar bûn. Ji çalakgerê Anti-fa, Tibo yê 23 salî, ev 4-5 sal in têkilî daniye bi NCDK ya li Strasbourgê. Îsal cara pêşî ye ku tevlî meşa dirêj dibe û dibêje, ji ber wê jî ew gelekî bextewer e. Ew dibêje, Şoreşa Rojava û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ên li ser Konfederalîzma Demokratîk kirine ku ew peywendiyê bi Kurdan re deyne. 

Ew dibêje, “Felsefeya Ocalan, jiyana wî perspektîfeke kûr nîşanî me dide, ka divê em çawa bijîn. Û ew ji bo pirsgirêkên roja me ya îro jî çareseriyan hildiberîne. Lazim e em li ser wê yekê bipeyivin ka li Rojava çi diqewime. Hêza ku YPG û JPG li dijî wê şer dikin, Erdogan, DAIŞ û NATO ye. Fransa jî dibe hevparê vî sûcî, vî gunehî.”

Em bi we re ne

Tibo dibêje, Kurd îlhamê didin û wiha dewam dike: “Em berxwedana we dibînin. Em jidil bi we re ne. Şoreşa hûn li Rojava ava dikin, ji bo ciwanên li Ewrûpayê jî dibe îlham. Bijî berxwedana Rojava.” 

Aktîvîsteke din ê Anti-fayê, Lisa ya 20 salî ye. Ew li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Strasbourgê dixwîne. Lisa dibêje, ew ji 13 saliya xwe ve têkoşîna Kurdan nas dike û wiha dipeyive: “Em ji bo heman armancan têdikoşin. Şoreşa Rojava ekolojiyê, azadiya jinê û jiyana wekhev û azad esas digire. Şoreşa Rojava, şoreşa me ye jî. Em nikarin qebûl bikin ku avakerê vê projeya ku nîşanî me da, dinyayeke din mumkin e, yanî Abdullah Ocalan êsîr be.” Piştre jî ji bo çalakiya îro wê hêvî kir ku her kes li Strasbourgê be, komploya navnetweyî protesto bike û doza azadiya Ocalan bike.  Meşa li Strasbourgê îro wê saet 10´an ji pêşiya Gara Navendî ya Strasbourgê dest pê bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.