• PKK: Heval Îrfan û Saît di koma nivîsandina romana PKK´ê de bûn, Wan kedeke mezin da, vîn û sebir nîşan da, serî êşandin û nivîsandin. Di demeke kurt de encamên dîrokî bi dest xistin û ya ti kesî nekarî bikin, pêk anîn. 

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê gerîla Îrfan Guler (Adil Ûrfa) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) bi bîr anîn. Herdu jî ji bo nivîsandina romana şoreşê çûbûn Rojava, lê ji ber nexweşiyê şehîd bûn. Komîteyê ragihand ku Îrfan Guler (Adil Ûrfa) 14’ê Adara 2021’ê, Saît Uçlu (Ferat Pîr) jî 29’ê Adara 2021’ê şehîd bûne.

PKK´ê ji bo şehîdan got, “Du şoreşgerên mezin ên têkoşîna azadiya Kurdistanê Îrfan Guler (Adil Urfa) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) yên ku her roja wan bi qehremantiyên mezin derbas dibe, di çarçoveya nivîsandina romana şoreşê de çûbûn Rojavayê Kurdistanê û li wir ji ber nexweşiyê şehîd bûn. Ji ber van şehadetan em pirr xemgîn in. Di şexsê malbatên me yên hêja yên Guler û Uçlu de serê gelê me yê welatparêz sax be. Em du hevalên şoreşger bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.“

PKK´ê ji bo şehîd Adil Ûrfa got, “Heval Îrfan yek ji kadroyên milîtan ên destpêkê bû, ew ji Sêwregê tevlî têkoşînê dibe. Heval Îrfan piştî damezirandina partiya me, erkê Sekreteryaya yekemîn a Komîteya PKK’ê ya li Sêweregê digire ser milê xwe û serketî pêk tîne.

Di têkoşîna li hemberî axayên hevkar û çeteyên çekdar de di refên herî pêş de cih girtiye. Piştre di encama kirinên nezaretê ya heman salê ya li Hîlwanê de, ji aliyê Partiya me ve erkê berpirsiyartiya qada Hîlwanê spartin heval Îrfan. Li ser erkên xwe yên şorşegerî dîl hate girtin û kete hepsê. Di hepsê de li hemberî her cure zilm û êşkenceyên giran ên pêvajoya wehşeta 12’ê Îlonê li ber xwe da. Piştî sala 2000’î ji hepsê derket, demekê li qada siyasî û civakî xebitî û dûre derbasî çiyayan bû.”

PKK´ê ji bo şehîd Ferat Pîr jî got, “Hevalê me Saît jî pirtûkxaneyeke zindî ya şoreşa azadiyê, arşîva zindî ya partiya me bû û hevalekî me yê wisa bû ku danehev û ezmûnên 43 salan ên têkoşîna azadiyêdi sere bihurî bûn. Heval Saît hê ji sala 1977’an ve dema li Dîlokê dixwend, ji Tevgera Azadiyê hez kiriye û piştre dema li Izmîrê diçû dibistana bilind, tevlî Partiya me bûye. Bi komek hevalan re yekemîn Komîteya PKK’ê ya li Izmîrê dadimezrîne û fermî dest bi xebatan dike. Heta pêvajoya 12’ê Îlonê li metropolan xebatan bi rê ve dibe û piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ji bo erkên xwe yên şorşegerî bi cih bîne, Partiya me wî wek berpirsekî Hîlwanê erkdar dike. Dema li ser erkên xwe yên şoreşgerî bû, rejîma faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlonê wî dîl digire û li hepsê 20 salan tê ragirtin. Li hemberî her cure êşkenceyê bi helwêsta şoreşgerî li ber xwe da.

Heval Saît jî bû yek ji hevalên ku girtîgeh wek dibistanekê dinirxand. Bêyî ku raweste xwend, nivîsand û bi pênûsa xwe bû ronîkerê girtîgehên tarî; gelek nivîs, gotar û pirtûk nivîsandin. Piştî sala 2001’ê ji hepsê derket û li qada siyasî û civakî erk û berpirsiyariyên ku diket ser milê xwe, bi serketî bi cih anîn. Piştî demekê derbasê çiya bû û ligel heval Îrfan di koma nivîsandina romana PKK’ê de cih girt.”

Romanên PKK´ê dinivîsîn

Herdu şehîd jî ji bo projeya romanên PKK´ê dixebitîn. PKK wiha behsa xebata wan dike: “Heval Îrfan û Saît Kedek mezin dan, vîn û sebir nîşan dan, serî êşandin û nivîsandin. Di demeke kurt de encamên dîrokî bi dest xistin û ya ti kesî nekarî bikin, pêk anîn. Jixwe, beriya şehadeta xwe jî di çarçoveya xebatên romana partiyê de ji bo komkirina delîl û belgeyan çûbûn Rojava, li wir di dema xebateke bi wate û pîroz de nexweş ketin.

Heval Saît yekemîn pirtûka “Amara” ya ji rêzeromana Partiyê ya bi navê “Di Welatê Rojê De Vejîn” û pirtûka pêncemîn a ji heman rêzeromanê ya bi navê “Lêgerîna Azadiyê” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Heval Îrfan jî pirtûka sêyemîn a ji heman rêzeromanê ya bi navê “Zayîna Ber Bi Azadiyê” bi şeklê sê cîldan nivîsand. Heval Îrfan pirtûka 3 cîld ya bi navê “Yên Çok Nedanîn” a ku berxwedana Rêveberiya Xweser a dîrokî ya Cizîrê qedand, heval Saît jî ji bo berxwedana bi heybet a Kobanê bike roman, dixebitî.

Em ê şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bînin

Heval Îrfan û Saît, her du endamên herî berhemdar ên Dibistana Wêjeyê ya Şehîd Şîlan Bakî û milîtanên dilnizm ên partiya me bi şehadetên xwe bûn nemir, bi romana sekna bîrdozî ya Partiya me û nirxên şoreşê re, şoreş mayînde kirin.

Em heval Îrfan û Saît ku bi keramet, serketin û dilsoziyeke mezin heya kêliyên xwe yên dawî xizmeta şoreşê kirin, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, careke din sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja, ji gelê me yê welatparêz û dostên me re dixwazin.

Em careke din soz didin ku em ê xemgîniya xwe veguherînin hest û zanebûna ji bo têkoşîna azadiyê û şoreşa xwe bigihînin serketin û serfiraziyê. Li ser bingehê dilsoziya bi bibîranîna van şoreşgerên mezin re, em ê teqez şoreşa azadiya Kurdistanê pêk bînin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN