Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku xebatkara çapemeniyê ya YJA Starê Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz) a ku 24 sal in têdikoşiya, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hevrêya me Şaristan, di sala 1981an de li Mersînê hatiye dinê. Bi eslê xwe ji Botanê ye. Botana ku cihek ji cihên qedîm ên Kurdistanê ye, cihek ji wan cihan e ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê geş bûye. Malbatê ji ber sedemên aboriyê koçî Mersînê kiriye. Malbata hevrêya me Şaristan, li wir jî welatparêziya xwe domandiya. Hevrê Şaristan jî bi bandora vê çanda xurt a welatparêziyê mezin dibe.
Tekoşîn û hevrêtiya PKK’ê esas girt
Ji ber Komploya Navneteweyî ku sala 1998’an li dijî Rêber Apo hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê serhildan çêdibe, ev tişt bandora xwe li hemû cîhanê jî dike. Di vê pêvajoyê de hevrê Şaristan jî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevrê Şaristan sala 1999’an vedigere Botanê û digihîje gerîla. Ji gava ku dest bi têkoşînê dike, jiyana li gor pîvanên têkoşînê ji xwe re dike esas û dikeve rêya pêkanîna serfiraziyên mezin. Wekî gerîlayeke jin li serê çiyayên Kurdistanê, pêkanînê têkoşîna li dijî dagirkeriyê û kûrahiya hevrêtiya PKK’ê ku rastiyeke afirîner e di her kêliyê de ji xwe re dike esas. Tevlêbûna hevrê Şaristan ku di hemû jiyana xwe de bi hevrêtiya PKK’ê û afirîneriya hevrêtiya jinên azad ku bi xwezaya Kurdistanê re bûye yek, tu carî kelecana xwe kêm nekiriye.
Kedeke mezin da çapemeniyê
Ji bo ku di pêşengiya jina azad de şoreşa neteweya demokratîk zindî bibe û bigihîje gelên cîhanê, wê di nav xebatên çapemeniya azad de kedeke mezin da. Di vê pêvajoyê de, bi nexweşiyeke giran ket. Li aliyekî tedawî dibû û li aliyê din jî hêviya xwe tu carî winda nekir û bi hezkirina kûr a hevrêtiyê û kelecana têkoşînê, xebatên xwe domand.
Hevreyê me Şaristan Asmîn ku şopdarê tevlêbûna têrwate, dilsoziyeke bêsînor û heqîqeta Rêber Apo ye, li pey xwe mîrateya mezin a berxwedanê hişt. Hevrê Şaristan di 3’ê Hezîrana 2023’an de ji ber nexweşiyê tevlî nav karwanên nemiran bû. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Şariştan û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin. Em di şexsê hevrê Şaristan Asmîn de hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xeyalên wan ên Kurdistana azad ku jiyana xwe ji bo vê feda kirine, pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye;
Şaristan Asmîn (Leyla Yildiz), li Mêrsînê jidayîk bûye, 3’ê Hezîrana 2023’an şehîd bû.
BEHDÎNAN