Şonaya Kurdî û vexwarina qehweya tehl!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Cotmeh 2022 - 06:10

  • Heger meriv vê rewşa Derwêş weke nîşaneyekê binirxîne, meriv dikare bibêje ku şanoya Kurdî jî weke Derwêş mirinê daye ber çavên xwe û heta dawiyê dê biçe. Ji lewma jî di hemû şert û mercan de li ber xwe dide û li hember hemû bê derfetî û  qedexeyan, wê “qehweya tehl” bi ser zengiloka xwe ve dadiqurtîne û rêwîtiya xwe didomîne.

ARDÎN DÎREN

 

Li parçeyên din yên Kurdistanê şanoya Kurdî çawa xwe li ser dikê bi rêxistin kir û ava kir ez zêde nizanim lê li Kurdistana Bakur em dizanin ku di jêrzemînan de dest pê kir û heta îro hat. Bi dizî xwe bi rêxistin kir, tenê ne ji dewletê her wiha gelek lîstikvanan ji malbatên xwe bi dizî vî karî kirin û li hember qedexeyan serî netewandin. Heta îro dibêjim ji ber îro em dibînin ku li çar perçeyên Kurdistanê festîvalên şanoyê tên lidarxistin û şanoya Kurdî li hember qedexe û pêkûtiyan li ser dikê li ber xwe dide. Roj bi roj ew xurttir dibe û temaşevanên xwe zêde dike. Lê rêwîtiya şanoya Kurdî ya ku xwe gihandiye roja me ya îro ku salonên xwe heta ser dev tije dike jidil jî balkêş e.  Bi gelek serpêhatiyên ecêb re rû bi rû maye. Nexasim li Kurdistana Bakur serpêhatiya şanoya Kurdî bi ecêbên xwedê dagirtiye. Ji ber wê jî pirr normal e ku ew bibe mijara tez, film, belgefilm û lîstikên şanoyê.

Koma Şanoyê ya “Teatra Jiyana Nû” ku ev salên dirêj in di bin banê NÇM’yê de lîstikên Kurdî derdixe ser dikê û hewl dide şanoya Kurdî vejîne vê carê jî bi lîstika xwe ya “Lîstik” bi serpêhatiyên sosret yên şanoya Kurdî daketiye û rewşa şanoya Kurdî ya li Kurdistana Bakur radixe ber çavan. Dema mesele dibe şanoya Kurdî bêguman lîstik di nav lîstikê de û şano di nav şanoyê de xwe dide der. Ji ber sosretên ku hatine serê şanoya Kurdî meriv ancax bi vî awayî karibe vebêje û bîne ziman. Ji ber vî awayî “Lîstik” helwêst û pêkûtiyên li hember şanoya Kurdî bi awayekî serketî derdixe ser dikê. Lê vê ya rasterast nake, bi riya “Derwêş û Edûlê” dike. Ji ber mijara “Lîstik”ê destana Derwêş û Edûlê ye. 

Di salona mohrkirî de hewldana şanoyê

Derhênerekî Kurd di salona ku hatiye mohrkirin de dixwaze bi dizî lîstika “Derwêş û Edûlê” derxe ser dikê. Di lîstikê de bi awayekî îronî behsa “profesyonelbûn”ê tê kirin û derhênerê lîstikê ji lîstikvanên ser dikê dixwaze ku ew profesyonel bin. Lê di rastiyê de tiştekî wiha ne guncaw e, ji lewra her yek ji bo debara xwe bike mecbûr e bi karekî re mijûl bibe û di demên xwe yên mayî de jî hewl didin di lîstikê de cih bigirin. Ji ber hejmara wan têrê nake her yek mecbûre di rola çend kesan de bilîze. Hin caran derhêner jî mecbûre rola karakterên ku nehatine marke bike û di cihê wan de bilîze. Ji xwe cihê wan jî jêrzemînek e, şanoya wan hatiye mohrkirin û ew mecbûr in bi dizî provayên xwe bikin. Kesekî bi navê Bextîyar ku li jêrzemînê radizê bi parola lîstikvanan digire hundir. Hin caran dema lîstikvan kêm bin, Bextîyar di dewsa wan de dibe lîstikvan û rola wan jî marke dike. Ez behsa ronahî û kesên ku teknîkê rast dikin nakim ji ber ev yek ji bo wan tiştên lûks in! Bifikirin ji bo vî tiştî jî kesekî ku bi kare elektrîkê re mijûl e soz daye ku were alîkariya wan bike lê ji ber karê wî derketiye ji dêvla xwe xwîşka xwe şandiye. Rewş wiha ye. Serpêhatî ev e.

Sondxwariyê ‘qehweya tehl’ in

Li gel ku ew nizanin dê lîstikê li ser kîjan dikê û bi kîjan destûrê bilîzin jî hewl didin provayên xwe di salona xwe ya mohrkirî de bidomînin. Ji lewma emniyet destûrê nade wan, kesên salonên wan hene jî ji ber zimanê lîstikê bi Kurdî ye salon nadin wan û tiştê herî girîng jî tu karsaz û dewlemendên Kurd piştevaniya wan nakin û nabin sponsorê lîstikê. Lê ew weke Derwêş li ber xwe didin û sondxwarîne ku wê “qehweya tehl” vexwin! 

Mêrxasiya di bin konê şanoyê de

Di esasê xwe de ev lîstik behsa provayên lîstikeke Kurdî dike û di ber re jî pirsgirêkên şanoya Kurdî vedibêje. Vêca ev hemû pirsgirêk têr nakin şanogerê me xwe dixin bin barekî giran û dixwazin di ser destana “Derwêş û Edûlê” re behsa rewşa Kurdan bikin! Xem û xeyalên wan ewe ku vê lîstikê derxin ser dikê û li saloneke baş promiyera lîstikê pêk bînin. Bi lîstikvanên kêm, teknîkeke nîvco, bêyî sponsor, salon û destûra emniyetê karên xwe didomînin. Li gor lîstika ku ewê derbixin ser dikê, wextê ku Tirk û Ecem derûdora Temîr Axayê bavê Edûlê digirin, bavê Edûlê dibêje ez ê “qehweyeke tehl deynim nîvê kon û kî mêrxas be dê vê qehweya tehl vexwe û ez ê jî Edûlê bidime wî. Lê piştî ku qehweyê vexwar û min Edûlê dayê divê bi siwariyên xwe artêşekê ava bike û li hember Ereb û Eceman şer bike û me biparêzê!’’ Bêguman ji bo vî karî tenê mêrxasek heye û yê ku “qehweya tehl” vexwe jî Derwêş bi xwe ye. Weke ku şanogerên Kurd di bin konê şanoyê de her roj wê qehweyê vedixwin û kêmasiyan temam dikin. Pêşiyên me beredayî negotibûn, “Konê reş kêmasiyan qebûl nake!”

Di riya Sokrates de li pey heqîqetê

Heger meriv vê rewşa Derwêş weke nîşaneyekê binirxîne, meriv dikare bibêje ku şanoya Kurdî jî weke Derwêş mirinê daye ber çavên xwe û heta dawiyê dê biçe. Ji lewma jî di hemû şert û mercan de li ber xwe dide û li hember hemû bê derfetî û  qedexeyan, wê “qehweya tehl” bi ser zengiloka xwe ve dadiqurtîne û rêwîtiya xwe didomîne. Hûn zanin ev yek dişibe çi? Bi ya min hinek jî dişibe rewşa Sokratesê ku li pey heqîqetê bû. Wî jî qet texsîr nekiribû û wê “jehriya tehl ya baldiranê” bi ser zengiloka xwe ve daqurtandibû! Îro jî şanoya Kurdî ji bo heqîqetê “qehweya tehl” vedixwe û di rêça kesên weke Sokrates de dimeşe. 

Heqîqeta zimanê Kurdî, serpêhatiya şanoya Kurdî û her wiha rewşa civaka Kurd li ser dikê nîşanî xelkê didin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.