SOMO: Deryasayî petrolê dişîne ji derve

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:36

  • “Herêma Kurdistanê heta niha pêkanîna biryara dadgeha federal red dike û bi awayeke deryasayî petrolê dişîne derwe.”

Rêveberê Giştî yê Şîrketa Şîrketa Petrolê ya Iraqê (SOMO) Ela Xizeyer El-Yasirî ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragihand, “Herêma Kurdistanê heta niha pêkanîna biryara dadgeha federal red dike û bi awayeke deryasayî petrolê dişîne derwe.”

El-Yasirî her wiha anî ziman; “Niha ti danûstandinek têkildarê vê proseyê bi hikumeta herêmê re tune ye ku bi fermî ragihandiye ku ew bi temamî biryara dadgeha federal red dike.”

Di heman demê Pisporê Petrolê Hemze Cewahir jî ji heman rojnameyê re axiviye û dibêje, “Yasaya petrol û gazê ya herêma Kurdistanê deryasayî û ne destûrî ye. Herêma Kurdistanê ya biryara dadgeha federal red dike lê ku divê hemû desthilat girêdayî biryarên dadgeha federalî bin.”

Her wiha diyar kir ku li ser vê mijarê di lihevkirine di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de tune ye û li gorî wê herêm bi serê xwe tevdigere û naxwaze ku girêdayî yasayan be.

Cewahir weke din destnîşan kir ku çend doz li dijî şîrketên herêma Kurdistanê ku di beşa enerjiyê ya herêmê dixebitin vekiriye û ji ber wernegirtina destûra kar a yasayî a ji Bexdayê daxwaz ji wan hatiye kirin ku ji bo lêpirsînê, derkevin pêşberê dadgehê. Her wiha têkildarê vê dozê wê çend doz û daxwazên din jî li dijî wan bên vekirin, lê heta niha şîrketan nexwestine qebûl bikin.

Dozeke mezin e

Hêjayê bibîr xistinê ye ku dozeke mezin ê dîrokî li ser dosyaya boriya petrolê li dadgeha navbeynkar a odeya bazirganî ya navnetewî li Parîs a Fransayê ji aliyê Iraqê ve li dijî komara Tirkiyê hatiye tomarkirin. Tê de Iraq li hemberî binpêkirina lihevkirina sala 1973 ya di navbera her du welatan de û rê dayina ji bo Tirkiyê ku li herêma Kurdistanê ya ji bo bikar anîna serbixwe ya boriya petrolê daxwaza tezmînata 26-32 milyar dolar dike. Tê payîn ku dadgeh di demek nêzîk de biryara dawî di berjewendiya Iraqê de bide.  

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.