Solbendê yekane li Tebqayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 00:02

Xalid El Elî solbendiyê yekane li kantona Tebqayê kir ku bi pisporî û afrînerî vê pîşeyê dike û pêşkêşî muşteriyên xwe dike.

Xalid El Elî yê ji Dêrazorê karê solbendî ji bavê xwe Cemal El Elî girtiye. Bavê wî ji salên 60`î ve li Tebqayê bi cih bûye û yekem solbendê li vê kantonê ye. Di sala 1978’an de bavê Xalid dikaneke biçûk vedike û bi bavê xwe re kar dike.

Xalid El Elî ji destpêka 2005’an ve dikana xwe li bajêr vekiriye. Mîna bavê xwe di çêkirina "terlikê Dêrî" yan jî mîna ku li herêmê tê bi navê "Şarûx" tê naskirin, hosta ye. Heta niha bi kevirê dûz ê ku bavê wî beriya 50 salî jê re anîbû, solan çêdike. "Terlik Dêrî" cureyeke solan e ku bi çand û bergên herêmê ya kavnar vê girêdayî ye. Gelek xelkê kantona Dêrazorê wê pê dikin. Ji ber ku bi hêsanî tê pêkirin û di havînê de hênik e. Ji ber ku dikana wî biçûk e, Xalid hin pêdiviyên karê xwe weke çerim, mêx û nal li dikana bavê xwe hiştiye. Di wê dikana biçûk de, terlikan çêdike û difiroşe. Xalid El Elî dibêje:"Di destpêka kar de me madeyên qenc û çermên sirûştî bi kar dianîn, lê di vê rewşa dawî de kalîteya tiştekî nemaye. Êdî madeyên bi kalîte peyda nabin." Kurê wî Cemal li ser şopa kal û bavê xwe, fêrî vê pîşeyê dibe.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.