CEMAL SARI
Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûrî (SOHR) a navenda wê li Londonê, bi rapora xwe qirkirina dewleta Tirk li Efrînê belge kir. Li gorî raporê ji 18´ê Adara 2018´an ve 275 hezar kes ji Efrînê hatine koçberkirin. Rapor dibêje, pêşî 300 hezar kes koçber bûne, ji van 25 hezar vegeriyane. Agahiyên kite bi kite yên raporê li ser navçeyan wiha ye:
* Li navenda bajarê Efrînê: Serjimara 100 hezarî, piştî dagirkeriyê daket 30 hezarî. Li şûna xelkê bajêr, dagirkeran 74 hezar kesên ne Kurd ji derveyî bajêr li Efrînê bi cih kirin.
* Cindirês: Serjimara navçeyê ya 20 hezar, piştî dagirkeriyê daket 10 hezaran. Dewleta Tirk ji derve 17 hezar kes anîn û li navçeyê bi cih kirin.
* Şêx Hedîd: Beriya dagirkeriyê serjimar 4 hezar û 800 bû, ev serjimar daket 2 hezar û 500´î. Dewleta Tirk 5 hezar kes lê bi cih kirin.
* Mabata: Serjimara navçeyê 4 hezar û 800 bû, piştî dagirkeriyê, ma hezar. Dagirkeran 6 hezar û 500 kes li navçeyê bi cih kirin.
* Raco: Serjimara navçeyê 6 hezar bû. Piştî dagirkeriyê hezar û 200 kes man. Dagirkeran 6 hezar û 500 kes lê bi cih kirin.
* Bilbilê: Beriya dagirkeriyê serjimara navçeyê 3 hezar bû. Piştî dagirkeriyê tenê 220 kes lê man. Dagirkeran 2 hezar û 750 kes li navçeyê bi cih kirin.
* Şera: Serjimara wê hezar û 600 bû. Piştî dagirkeriyê 400 kes lê man. Niha 1100 dagirker li navçeyê bi cih bûne.
* Gelma: Beriya dagirkeriyê serjimara wê 8 hezar bû, piştre ma 2 hezar û 500. Dewleta Tirk 4 hezar û 800 dagirker lê bi cih kirin.
Di raporê de gelek mînakên ji gundan jî hene. Sermeselê gundê Baflûnê yê 80 xaneyî bi temamî hatiye valakirin û lê komeke ji 750 kesan hatiye bicihkirin. Wekî din talankirina aborî, çandinî û dar û berên Efrînê jî bi berfirehî di raporê de cihê xwe digire. Herçî xesp e, ji sedî 70´yê milk û ji sedî 50´ê erdên çandiniyê jî hatine xespkirin.