Civaknas û feylesofê marksîst û rexnegirê çandê, Slavoj Zizek wê li Zanîngeha Kobanê dersê online bide.

Slavoj Zizek, wê di 18’ê Nîsanê de li Zanîngeha Kobanê dersa bi sernavê “Gelo di roja me de demokrasî hê jî bijarteyek e?” online bide. Hat diyarkirin ku ders wê li gorî saeta li Rojava lê, saet 20.00’an (saet 17:00 a GMT) bê dayîn. Ders wê li ser hesabên medya civakî yên zanîngehê bê weşandin.

Zanîngeha Kobanê, bi awayekî fermî di 10’ê kanûna 2017’an ve vebûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN