Siyasetvanên Elman û faşîstên Tirk

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 10:29

  • Beriya niha jî rayedarên vê partiyê, yên partiya berê ya desthilatê CDU´yê bi faşîstên Tirk re derketibûn holê.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Munchenê (li eyaleta Bayernê ya Elmanyayê) Dieter Reiter, li ser selfiyeke faşîstên Tirk ên endamê Gurên Boz, di medyaya dijîtal de belav bû. Dieter Reiter ji partiya desthilatê SPD ye. Beriya niha jî rayedarên vê partiyê, yên partiya berê ya desthilatê CDU´yê bi faşîstên Tirk re derketibûn holê.

Şaredar Dieter Reiter piştî nerazîbûnan îdîa kir ku 21´ê Tîrmehê, li taxa Stansyona Trênan wî ji ber alîkariya wan a bi penaberên ji Ukraynayê re xwestiye malavahiya şirketên Tirkan bike. Hingê gelek kesan pê re wêne girtine û yek ji wan jî ev faşîstê Tirkan bûye. Ev wêne û nûçe rojnameya Welt am Sonntagê belav kirin û şaredar îdîa kir ku ti civîna wî ya bi zanîn bi faşîstên Tirk re nebûye.

Encamên van nêzîkbûnên bi faşîstên Tirk re ew e ku gelek gef li aktîvîstên Kurd werin xwarin. Ji ber wê jî aktîvîstê Kurd Civan Akbulut got, “Ma em hê jî ecêbmayî bimînin? Gurên Boz gefên kuştinê li min û gelekên din dixwin, û di heman demê de şaredarê bajarê mezin ê ji SPD´ê ´bêhemdî´ wêne bi wan re digire. Tu wê bibêjî, sembolên wan êdî hîna jî nayên nas kirin. Û heke bi rastî jî bêhemdî be, naxwe belkî jî ew bi kêra şaredariya bajarê mezin nayê?” 

MUNCHEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.