- Çeteyên dewleta Tirk ên weke polîs têne binavkirin doh li 7 bajaran bi ser gelek malên Kurdan û demokratan de girtin. Di nava kesên birin nezaretxaneyê de Endamên Desteya Rêveber a HDPê jî hene.
Dewleta Tirk a qirker û înkarker doh li 7 bajaran bi armanca 82 kesan bixe nezaretxaneyê bi polîs û hêzên xwe ket nava tevgerê. Bahaneya wê jî çalakiyên Kobanê yên navbera 5-8'ê Cotmeha 2014'an bûn. Dewleta Tirk a bi faşîzmeke dijwar tê rêvebirin roj bi roj bêhtir har dibe û tehamula wê li dengên cuda namîne. Ji ber vê jî hewl dide bi temamî li qada siyasetê tiştekî nehêle û qir bike.
Dewleta Tirk a bi faşîzmê tê rêvebirin û dixwaze siyasetê bi temamî qir bike, li Stenbolê jî bi ser gelek malan de girt û 24 kes xistin nezaretê. Mal serûbin kirin û di nava binçavkiriyan de parêzer jî hene.
Tola Kobanê hiltînin
Di vê tevgerê de gelek kes hatin girtin û di nava wan de Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene.
Hin siyasetvanên hatine girtin ev in:
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê HDP'ê yê RTUK'ê Alî Urkut, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Can Memîş, parlamenterê berê yê Enqereyê yê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Alp Altinors, Berfîn Kose, Gulfer Akkaya, Bîrcan Yorûlmaz, Altan Tan, Beyza Ustun, Dîlek Yagli, Emîne Ayna û Gunay Kûbîlay.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman ve tê meşandin ku Kocaman beriya çend rojan çûbû Qesra Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan. Hate ragihandin ku lêpirsîn beriya salekê dest pê kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de destpêkê îfadeya hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate girtin. Demîrtaş ku ji dosya hatiye girtin biryara berdana wî hate dayin, heman rojê di çarçoveya 'lêpirsîna Kobanê' de îfadeya wî hate girtin û têkildarî wî ji nû ve biryara girtinê hatibû dayin.
NAVENDA NÛÇEYAN
24 kes jî li Stenbolê xistin nezaretxanê
Li Stenbolê jî di çarçoveya lêpirsîna li dijî “Tevgera Bênavan” de 24 kes birin nezaretxaneyê û di nava wan de parêzer Tamer Dogan û xwişka Taylan Kûlaçoglû Ozem Kûlaçoglû jî hene. Di dema serdegirtina malan de polîsên dewleta Tirk weke gelek caran kirî, mal serûbin kirin.
Polîsan bi ser mala rojnamevan Zeynep Kûray de jî girtin, lê ji ber ku Kûray ne li malê bû nehat binçavkirin.