- 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an îsbat kir ku siyaseta PDK’ê û hêzên navneteweyî ya li Şengalê şikestiye. Di sêgoşeya Şengal-Mûsil û Bexdayê de rojev xweseriya Şengalê ye.
Îsal civaka Êzidî bi hevkariya gelên Şengalê û pêkhateyên Deşta Nînowayê bi daxwazên zelal ên siyasî û civakî salvegera fermanê pêşwazî kirin. Hêza siyasî, civakî û çandî ya civaka Êzidî îsal ji her demê zêdetir xuya û nişan bû. Ji xwe beriya salvegera fermanê bi hezaran malbat dest ji kampên Başûrê Kurdistanê berdabûn û berê xwe dabûn axa pîroz, vê vegerê hêz û coşeke mezin da civaka Êzidî. Ya din, beriya salvegera fermanê bi demekê, hêzên siyasî û pêkhateyên Şengalê tifaqa xwe ragihandibûn. Ev tifaq û yekîtî jî hêvî û baweriya civaka Êzidî ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên destûrî xurt kir.
Şengal, bi van du rojevên erênî û girîng ber bi salvegera fermanê ve hat. Ev rewş bandor li ser berfirehî, rengînî û beşdariya çalakiyên bîranîna fermanê jî kir. Weke nimûne, di destpêka roja fermanê de li hemû gund û komelgehên Şengalê, gel derket kolanan.
Hişmendiyeke nû pêşket
Ev hêz û hişmendiyeke nû ye ji bo civaka Êzidî ku encama berxwedana bênavber a 9 salan e. Nîşaneya herî xurt a vê rewşa nû ya civaka Êzidî, konferans û komxebatên ku hatine lidarxistin e. Di salvegera fermanê de li Şengalê di pêşengiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ve komxebateke girîng hate lidarxistin ku dirûşmeya wê ‘’Yekîtiya me hêza li dijî zilmê ye’’ bû. Hemû hêz û aliyên vê tifaqê beşdarî vê komxebatê bûn lê ya balkêş, ji Deşta Nînowayê jî cara yekem e di vê astê de beşdarî li komxebatek dibe. Nûnerê Parêzgarê Mûsilê Enwer Elî Gepo, Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Kak Aras, Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê, Berpirsê Operasyonên Nînowayê, rayedarên Emnil- Wetenî jî di nav de bi dehan rayedarên siyasî û leşkeri ya Deşta Nînovayê jî beşdarî komxebatê bûn.
Nînowa li Şengalê bû
Hêza tifaqê ya Şengalê karî van rayedarên payebilind a Mûsilê li Şengalê kom bike. Li ser navê tifaqê Şêx Dawid Cindî ev peyam dan:“Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.” Li Bexdayê jî bi sernavê ‘’Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’’ konferansek di asta Iraqê de hebû. Di konferansê de gelek mijarên girîng hatin nirxandin, lê peyama herî girîng a konferansê ew bû pêwîst e êdî xweseriya Şengalê ji aliye Iraqê ve were qebûlkirin ku ev li gor destûra Iraqê ye jî. Şengal keleha Ezdatiyê, Mûsil deşta pêkvejiyana gelan, Bexda jî paytexta Iraqê ye. Ger ev her 3 bajar ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hev re tevbigerin, wê Iraq karibe xwe ji alozî û tevliheviyan rizgar bike.
Derewa mezin a Barzanî
Di roja fermanê de li Hewlêrê konferansek hat lidarxist. Hêzên navneteweyî jî beşdarî konferansê bûn, ji ber ku pêşketinên li Şengalê ne bi dilê wan bû jî. Ev konferans di rastiyê de îspata şikestina siyaseta PDK’ê û hêzên navneteweyî ya li Şengalê bû. Bavê Şêx û Meclîsa Rûhanî jî şûna ku li Şengalê bin û êşa civaka Êzidî parve bikin, li konferansa PDK’ê guh dan derewên mala Barzanî. Nêçîrvan Barzanî, di konferansê de got: ‘’Li Şingalê rewşa Êzidiyan gelekî xerab e. Ji ber vê hinek malbatên ku vegeriyabûn Şingalê dîsa ji Şingalê derketin.” Herkes dizane ku ev agahî derew e. Tevî hemû êrîşên li ser Şengalê û rêgiriyên PDK’ê bi hezaran malbat beriya salvegera fermanê vegeriyan Şengalê. Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî beşdarî konferansê bû û digot: “Divê peymana Şingalê were bicîhanîn.” Ango Plasschaert hê jî destê xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê neşûştiye. Konsula Giştî ya Brîtanya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave jî heman peyam da. Axaftinên Plasschaert û Cave, siyaseta hêzên navneteweyî careke din danî holê ku derdê wan ê esasî berjewendiya wan e. Ji bilî PDK û şîrikên wê, hemû civaka Êzidî û gelên Şengalê daxwaza xweseriyê. Ger hikumeta Iraqê û saziyên dewletê destûra Iraqê esas bigirin, wê sala 2023’yan bibe sala zelalkirina statuya Şengalê. 9’emîn salvegera fermanê ev hêz û îrade derxist holê û danî ber Bexdayê.
NAVENDA NÛÇEYAN