Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya şehîdekî xwe şekere kir. Li gorî daxuyaniyê Şiyar Denîz li Efrînê 25´ê Tebaxê şehîd bûye.
HRE´yê doh bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervanê wan Şiyar Denîz (Xelîl Hiso) 25’ê Tebaxê li Efrînê şehîd bûye. HRE´yê got, "Hevrêyê me Şiyar Denîz 25’ê Tebaxa 2021’an li Efrînê, dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.
Heval Şiyar, li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Şiyar, dagirkerî û qirkirina li dijî welatê me û gelê me ti carî qebûl nekir û di nav têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de cihê xwe girt."
HRE´yê nasnameya tam a şehîdê xwe wiha parve kir: Şiyar Denîz (Xelîl Hiso) ê li Efrînê ji dayik bûye, kurê Ferîda û Murad, 25´ê Tebaxa 2021´ê li Efrînê şehîd bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN