Salvegera duyemîn a kemîna li Xelîfanê ye ku çekdarên PDK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê danîbû. Di encama vê kêmînê ya di 28'ê Tebaxa 2021'ê de komeke gerîla ya ji 7 kesan pêk dihat, dema ku hewl dida ji herêma Qendîlê derbasî herêma Behdînanê bibe, li ser Çemê Zê bûn hedefa êrişa hêzên PDK'ê. Di encama vê kemînê de 6 gerîla şehîd bûn. Gerîlayekî ku xwe xilas kir û xwe gihand yekîneya xwe jî, detayên kemînê parve kirin. Piştî daxuyaniya HPG'ê ya li ser kemîna Xelîfanê, raya giştî ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên tund nîşanî PDK'ê dan. Bi deh hezaran kesan xiyaneta PDK'ê şermezar kir û daxwaza vegerandina cenazeyên şehîdan kir. Her wiha gelek partiyên siyasî, şêx û rûspiyên Ereb bi daxuyaniyan bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

Komployên nû pêş dixin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 111 rojan li deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de çalakî li dar xistin û cenazeyên şehîdan xwestin. Lê PDK'ê guh neda daxwazên çalakgeran. Ji wê zêdetir deriyê Sêmalka girt da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tengav bike.

2 sal di ser kemînê re derbas bûn, lê heta niha PDK hê jî cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirine. Li şûna ku lêborînê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd bixwaze, PDK'ê sîxurtiya xwe ji dewleta Tirk a dagirker re didomîne. Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beriya çend rojan serdana Hewlêrê kir û bi Mesûd û Nêçîrvan Barzanî re civiya, da ku komployên nû li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê saz bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN