Sîxurên MÎT’ê li xwe mikur hatin

Yekşem 12 Kanûn 2021 - 23:18

  • Berpirsyar û sîxurên MÎT’ê yên bi operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundir ên Rêveberiya Xweser hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ji bo tevlîhevî û sûîqestan li herêmê bikin, hatine wezîfedarkirin.

Berpirsyar û sîxurên MÎT’ê yên bi operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundir ên Rêveberiya Xweser hatin girtin, li xwe mikur hatin ku ji bo tevlîhevî û sûîqestan li herêmê bikin, hatine wezîfedarkirin.

Saziya Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘gelekî kar’ dike.

MÎT, ciwanên li herêmê bi rêya narkotîk, fuhûş, pere û wekî din, dixe xefika xwe û dike sîxur.

MÎT, bi sîxurên di nava saziyên ser bi Rêveberiya Xweser, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundir, hewl dide li herêmê kaosê çêke. Her wiha sûîqestan li dijî rayedarên leşkerî, dîplomatîk û siyasî yên li herêmê dike. Li gorî agahiyan, ji bo karên MÎT’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Bakurê Kurdistanê ji Şirnexê heta Dîlokê navendeke koordînasyonê ya taybet hatiye avakirin.

Hêzên Ewlekariya Hundir jî derban li ser hev li tevna MÎT’ê ya li Rojava dixin. Di nava sala 2021’ê de bi dehan sîxurên MÎT’ê di encama operasyonên serketî de hatin girtin.

Mikurhatinên berpirsyarê herêmê yê MÎT’ê Ramî Samî Ebdal û sîxurên MÎT’ê Dawud Bees El Wadî, Hesen Elî Yûnus, Huseyn Elî Yûnus û Leys Enes El Medfe hatin weşandin. Van kesan li Dirbêsiyê û Reqayê sîxurî dikir.
 
Bi narkotîkê kirin sîxur

Ramî Samî Abdal ji bajarê Serêkaniyê yê Rojava ye. Beriya dagirkeriyê li Serêkaniyê karê taksîvaniyê dikir û hingî li nava saziyên QSD’ê dest bi kar kir.

Ramî 5 mehan leşkerî kir û piştî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê, tevî malbata xwe koçî Hesekê kir. Piştre bar kir Dirbêsiyê û ji nû ve dest bi karê taksîvaniya bi motor kir.

Ebdal wezîfeya berpirsyariya herêma Dirbêsiyê ya MÎT’ê hilda ser xwe. Ebdal li xwe mikur hat ku MÎTʼê jê xwestiye di berdêla pereyan de dîmenên nuqteyên leşkerî yên li herêmê bigire.

Ramî Samî Ebdal wiha li xwe mikur tê: “Min dîmenên hin deveran girtin û ji Enes re şandin. Di berdêla vê de jî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê şandin.

Enes piştî demekê wêneyek ji min re şand. Wêneyê endamekî QSD’ê yê bi navê Ebdo bû. Ji min xwest ku wî bikujim. Piştî Enes, Ebdurrehman Celûd Al Xelef Al Enkaş bi min re têkilî danî. Ew jî ji Serêkaniyê bû. Ebû Celûd ji min xwest ku têkiliyê bi Hamûde Hemza re deynim. Piştî ku bi Hamûde re axivîm, dîmenê wesayitê ya ku min kişand bi gotina ‘dîmenê wesayîta rayedarekî leşkerî ye’ min jê re şand. Hamûde ji min re got, ji bo êrişa li ser wê wesayitê wê mayinê bişîne û piştî êrişê 15 hezar dolar pere bişîne.

Piştre jî bi biraziyê wî Îsmaîl Îbrahîm re axivîm ku ji bo îstîxbarata Tirk dixebitî. Min ji wî re jî dîmenên saziyên li herêmê şandin. Di berdêlê de jî 300 hezar Lîreyê Sûriyeyê (qederê 100 dolarî) wergirt.”

Ramî Samî Ebdal qalê kir bê çawa bû sîxur: “Endamên OSOʼyê yên li Serêkaniyê ji ber ku zanîbûn ez narkotîkê bi kar tînim, bi xefika narkotîkê serê min tevlî hev kirin û ez kirim sîxur.” 

Poşman e

Dawud Bees El Wadî ji Dirbêsiyê ye. Davûd dibêje, Ramî Samî Ebdal ew kiriye sîxurê MÎT’ê: “Bi rêya Ramî min têkilî bi MÎT’ê re danî. Me bi hev re dîmenê saziyên leşkerî yên li herêmê digirtin û ji komên çete re dişandin. Ramî di berdêla vê de 150 hezar Lîreyê Sûriyeyê da min. Ji ber ku min sîxurî li dijî gelê xwe kir gelekî poşman im.”

Leys Enes Al Medfe jî ji Reqayê ye. MÎTʼê Leys Enes ji bo tevlîheviyê li Reqayê çêke wezîfedar kiriye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn 13’ê Mijdara 2021’ê ew girt. Ew dibêje, “Di bernameya Messengerê de komek sohbetê ava kirin. Sîxurê bi navê Huseyn Elî Yûnus tevlî vê komê kirin. Ji min xwestin ku ji bo propaganda OSO bike broşurê amade bikim. Piştî ku me broşur amade kir, em bi Umran Xelef El Casim re ketin nava têkiliyê. Umran niha li Tirkiyeyê ye.”
 
Yekî du bira xapandin

Huseyn Elî Yûnus ji Reqayê ye. Tevî birayê xwe Hasan Elî Yûnus ji bo MÎTʼê dixebite. Ew dibêje, beriya 5 salan dema ku li karê tamîrê yê wesayitan dixebitî, Umran Xelef El Casim li Reqayê nas kiriye. Huseyn Elî Yûnus wiha li xwe mikur tê: “Ez jî tevlî koma sohbetê ya Messengerê kirim. Di nava komê de Umran û Leys Enes jî hebûn. Ji me herduyan xwestin ku em broşurên ji bo piştgiriya OSO amade bikin. Piştre jî digotin, hûn ê karên cuda bikin.”

Hesen Elî Yûnus jî dibêje, “Beriya salekê min Umran Xelef El Casim nas kir. Umran karteke qeydkirinê dabû min. Di hundirê kartê de dîmenên komên weke DAIŞ û OSOʼyê hebûn. Piştre ji min re got, ‘Dema ku biçim Tirkiyeyê van dîmenan ji min re bişîne’. Piştî ku çû Tirkiyeyê bi rêya Whatsappê, min dîmen jê re şandin.”

Hesen Elî Yûnus dibêje, ji ber sîxurî ji MÎT’ê re kiriye ‘poşman’ e. 

ANF/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.