• Bi telefonê perwerde kirine, jê agahiyên li ser Aldar Xelîl û Salih Muslim xwestine. Di peyamekê de sîxurê MÎTʼê S.O. ji MÎTʼê re dîmenek şandiye û di binê de jî nivîsandiye, "beriya hûn bombe bikin, min agahdar bikin, ez xwe xelas bikim."

MEHMET EKÎNCÎ/EKREM BEREKAT
ANHA/QAMIŞLO

 

Sîxurên MÎT’a Tirk li xwe mukir hatin ku wan pîlana suîqastê li dijî siyasetvanên Kurd ên Rojava Salih Muslim û Aldar Xelîl gerandiye. Pîlana reşkujiyê, bi lixwemukirhatina sîxurên MÎTʼê eşkere bû. Hêzên Ewlekariya Hundir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev sîxur berê girtibûn. 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur Rojhilatê Sûriyê beriya bi çendekê operasyonek li dijî şaneyên sîxuriyê pêk anîn, di encama operasyonan de eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker, bi rêya MÎT’ê li deverên dagirkirî şêniyên destteng û xizan bi kar tîne û wan ji bo kar û barên sîxuriyê dixe tora xwe. Dewleta Tirk a dagirker di berdêla pere de şêniyên xizan dixe tora xwe ya sîxuriyê û eşkera bû ku vê carê jî di hedefa wan de kuştina siyasetvanên Kurd ên Rojava heye.  
Endamên MÎT’ê bi rêya tora sîxurên li cihê cih, dixwaze li herêmê ji xwe re noker û hevkaran çêke û bi rêya wan şaneyên xwe saz bike. Hate zanîn ku endamên MÎT’ê der bare endamên PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim de agahî berhev kirine û amadekariyên kuştina van siyasetvanan kirine. 

Di dema dagirkeriyê de xiyanet kiriye
Hêzên Ewlekariya Hundir operasyoneke serketî dijî şaneyên sîxuran pêk anî û di encamê de S.O. yê 55 salî hate girtin. S.O. li xwe mukir hat ku wan li dijî siyasetvanên naskirî pîlanên kuştinê kirine. Bi vî awayî reşkujî eşkere bû û rê li ber hate girtin.
S.O. di destpêka şoreşê de di nava Hêzên Ewlekariya Hundir de kar dikir, dema ji bo hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser şofêrî dikir, dikeve tora MÎT’ê û dibe sîxurê wê û S.O. li xwe mukir hat ku paşê wî ji bo MÎT’ê li herêmê xebatên sîxuriyê kiriye.
S.O. di mukirhatina xwe de got piştî şerê Serêkaniyê wî bi sîxurên MÎT’a dewleta Tirk re hevdîtin pêk anîye û eşkere kir ku wî ji wan re gotiye ku wî berê ji bo konseya Hevserokatiya Rêveberiya Xweser şofêrî kiriye, li ser vê agahiyê, MÎT’ê jî daxwaza sîxuriyê lê kiriye. 

Xwestiye ji bombebaranê tenê xilas bibe
S.O. got, B.E.U. yê 50 salî jî sîxurê MÎT’ê ye û hemû agahî û arastekirinên li Serêkaniyê, li gel hewldanên suîqastan û xebatên dîtir ên sîxuriyê kirine û hê jî vî karî dimeşîne. 
S.O. got B.E.U. jê agahî xwestine li siyasetvanên Kurd: “Wî ji min xwest ka endamên Konseya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim diçin ku derê, li ku derê dimînin, her wiha agahiyên hûrgilî der barê Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê de, cihê nuqteyên hêzên QSD’ê ji min xwestin.”  
Hêzên Ewlekariya Hundir telefona MÎT’ê daye S.O. vekola, S.O., li bin vîdeoya bo MÎT’ê şandî peyameke wiha nivîsiye; “Berî hûn vê derê topbaran bikin xeberê bidin min da ku ez bikarim xwe ji cihê bûyerê dûr bixim.”  

Telefon ji Tirkiyeyê anîne û danê
S.O. got, sîxurê bi navê Ebu U. ji Tirkiyê hatiye şandin, wî demekê pê re kar kiriye: 
“Ebu U. bazirganiya cixareyên qaçax û karê kirîn û firotina erebeyan dikir û li Tirkiyê dima. Wî bi xwe tiştek ji me nexwest. Lê piştî demekê Ebu U. bi rêya telefonê kesekî bi navê Ebu A. bi min da naskirin. Wê demê wexta şerê Serêkanîyê û Girê Spî bû. Vê demê têkiliyeke me ya normal hebû. Paşê li derekê nêzî Zirganê bi motorê xwe nêzîkî min kir. Du kes li motorê siwar bûn, hatin cem min rawestiyan, bi Erebî gote min “Ew S. tu yî?” Çawa min gote wan erê S. ez im, wan tûrekî reş da min û got, ev yê te ye. Ez çûme quncikekê min vekir, tê de telefonek hebû. Di telefonê de xeta Tirkiyê hebû. Min telefon anî mal vekir, telefon xebitî. Kesê ser telefonê bi min re axivî Ebu A. bû û wî gote min, ji bo kesek teqîba te neke, me ev telefon ji te re şandiye. Wî her wiha gote min, em dizanin pêdiviya te bi pere jî heye, lewra hinek pere jî şandibû.”
S.O. got, "Bi telefonê, sîxurê MÎT’ê Ebu A. ji bo agahiyên koordînatên hin cihan jê re bişînim, ez perwerde kirim.” S.O. di mikurhatina xwe de eşkere kir ku Ebu A., li gel agahiyên der barê siyasetvanên Rojava de der barê nuqte û koordînatên şervanên QSD’ê de jî agahî jê xwestine.