FÎRAZ BARAN
Heta niha li ser Serhildana 1925’an lêkolînên herî kûr kê kiriye gelo? Li gorî min Îshak Dursun kiriye.
Dursun li Bakurê Kurdistanê gund bi gund geriyaye û 10 salên xwe ji bo vî karî xerc kiriye. Bi zarok û newiyên şehîdan re axiviye, gundên ku şewitîne ziyaret kiriye, li dengbêjan guhdar kiriye û çîrokên li ser serîhildanê berhev kiriye.
Her wiha çûye meydanên şerê mezin geriyaye û kesên agahdar guhdar kiriye. Dursun, herî zêde zilma dewleta Tirk û berxwedana tekoşeran û gel bihîstiye.
Bi sedan kesî re hevpeyvînên dûr û dirêj çêkiriye û kulliyatek mezin derxistiye holê.
Divê di nav Kurdan de lêkolînerên hereman zêdetir bin. Ji ber ku dîroka me li herêman veşartî maye. Ez di vê baweriyê de me: Di peşarojê de lêkolîna Îshak Dursun e bibin delîlê vê mijarê.
Îshak Dursun 21’ê Tîrmeha 2024’an di ANFê de gotarek weşand. Di vê gotarê de behsa jiyan û berxwedana Şêx Fexrî dike. Şêx Fexrî yek ji fermandarên Serhildana 1925’an e.
Stranek bi navê “Bavê Becet” heye ku min gelek caran li ser kasetan û Youtubeê ji Şakiro, Evdilê Enterî û Sidiqê Karliova guhdarî kirîbû. Lê min lehengê stranê nas nedikir. Ji gotara Îshak Dursun ez hîn dibim ku lehengê stranê Şêx Fexrî ye.
Her wiha piştî gotara Dursun, naveroka stranê jî ji bo min zelal bû. Ji ber ku navên ku di stranê de derbas dibûn min nas nedikir. Wek mînak di stranê de “Eşîra Badikan” û “giregirên Xiyan” derbas dibe. Min fehm nedikir. Lê gotara Dursun bû bersivên van pirsan jî.
Agahiyek Balkêş
Îro ez li ART Produtionê (Koln) rastî hunermend Xelîl Xemgîn hatim. Em hinekî rûniştin û min qala nivîsa Îshak Dursun û strana Bavê Becet kir. Xelîl Xemgîn bîranînek parve kir û got:
“Şêx Seîd elçiyên xwe dişîne Efrînê. Wê demê li herêmê Kor Reşîd hebûye û xwedî hikûm bûye. Elçî jê re dibêjin: ‘Tirk dixwazin bi trênan leşker û malzeme bişînin. Rêya trênê asteng bikin.’ Kor Reşîd wê demê alîkariya Şêx Seîd nake û dibe alîgirê dewletê.
Ez zarok bûm… Dema ku demsal dibû zivistan, (her sal) bavê diya min stranên li ser serîhildanê digotin. Mezinên me bi dizkî digîriyan. Dema ku tekoşîna neteweyî (Tekoşîna PKKê) dest pê kir newiyên Kor Reşîd bûn welatparêz û şehîdan wan jî hene.”
Bîranîna Xelîl Xemgîn ji vî aliyî ve girîng e: Serhildana 1925’an Kurdistaneke serbixwe armanc dikir. Serîhildaneke olî (dînî) nebû. Ev serhildaneke herêmî jî nebû û ji nişka ve derneket. Piştî amadekireyek xurt Kurdan serî hildan.
Şêx Seîd elçiyên xwe dişîne van herêman:
Meletî-Semsûr-Mereş-Dîlok (Osman Sebrî nivîsandiye. Piranî niştecihên herêmê Kurdên Elewî ne.),
Dêrsim-Koçgîrî (Nurî Dêrsimî nivîsiye. Niştecihên herêmê hemû Kurdên Elewî ne.),
Mêrdîn-Sêerd-Qamişlo (Cegerxwîn nivîsiye) û
Colemêrg-Başûrê Kurdistan û Şengalê (Nivîskar û dengbêjên cuda nivîsandine û gotine. Şengal bi xwe Êzidî ye.).
Îro jî ez hîn dibûm ku Şêx Seîd elçiyên xwe şandiye Efrînê jî. Anku Serîhildana 1925’an ji bo hemû Kurdan bû û tifaq û xebat jî vê nîşan dide.
* Strana “Bavê Becet” ya ku Şakiro gotiye, Mustafa Dogan wek nivîskî (Şîrovekarê YouTubeê) di bin stranê de parve kiribû. Em spasiya wî dikin. Sernivîsa vê gotarê “Siwarê Felekê” ye. Navê hespê Şêx Fexrî Felek bûye. Ez spasiya Îshak Dursun dikim. Ji ber ku dîrokek veşartî ronî kiriye.