Hêzên Nesir El Mubîn ragihand ku di êrişa şeva din a balafirên şer ên dewleta Tirk de sivîlekî ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir şehîd bû û şervanekî wan ê li ber herêmê bû birîndar bû. MÎT û PDK weke berpirsyarê êrişê hatin nîşandan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk şeva din saet li 18:30'î bi balafireke bi çek a bêmirov (SÎHA) êriş bir ser herêma wan û hat gotin: "Di encama êrişê de mirovekî me yê sivîl ku ji bo xizmeta gelên herêmê karê sondajê yê bîra avê dikir, jiyana xwe ji dest da. Endamekî me jî birîndar bû. Ev êriş rasterast ji aliyê MÎT a dewleta Tirk û hêzên PDK'ê ve hatiye kirin. Êriş dewama lihevkirina dewleta Tirk û PDK'ê ya 9'ê Cotmehê ye."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama êrîşên PDK’ê hem yên salên bihorî hem jî yên li ser Şerfedîn û Xanesorê 13 endamên wan şehîd bûne û PDK tê hişyarkirin ku bi vî awayî dewam bike wê bêdeng nemînin û tê gotin: Ji vir û şûn de PDK di dijminahiya xwe de israr û berdewam bike tiştên ku em bikin wê hebe. Em careke din dibêjin bila PDK êdî dest ji van kirinên xwe berde."
ANF/ŞENGAL