Şivanê Sikêniyê keyfxweş e, lê…

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 25 Çile 2024 - 03:55

Komelgeha Sikêniyê jî yek ji wan herêmên Qibletê ye ku hem zirer ji êrişên DAIŞ’ê hem jî ji dewleta Tirk dîtiye. Di sala 2021’an de nexweşxaneya gund ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin û di encamê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên çûbûn nexweşxaneyê şehîd bûn. Lê xelkê gund li ser cih û warê xwe dijîn û debara xwe bi dexil û sewalkariyê dikin. Şivanê gund Cirdo Abas Qasim keyfxweş e bi aramiya gund û dibêje, ew bi rehetî dikare pezê xwe biçerîne:“Sikêniyê warekî xweşe, lê xelk vegere wê Sikêniyê tam bibe Sikêniyê. Divê her kes were ser warê xwe. Erd û axa alemê ne ya we ye, hûn lê bimînin. Cihê ku mirov lê dijî, warê mirove. Sikêniyê cihekî xweş û arame, aramiya li vir li tu cihî nîne. Pezê min têre, şîr heye, mast heye, nîvişk heye. Ev hemû tişt ji mala xelkê xweştir e.”

Li ser xizmeta tenduristiyê û perwerdehiyê Mamê Cirdo got:“Her tişt li Sikêniyê xweşe, lê nexweşxane nîne. Hûn dizanin nexweşxaneya me hatibû teqandin. Em ji bo pirsgirêkên tenduristiyê neçarin biçin Şengal û Sinûnê an jî cihekî din. Bijîşkên wê nexweşxaneyê gelek baş bûn û dermanên wan jî baş bûn, lê çûn…Eger çêbibe wê dilê me rehetir bibe.”

Xelîl Hesen yê tevî hemû êrişên çeteyên DAIŞ’ê û û dewleta Tirk a dagirker jî Şengal terk nekiriye û ji fermanê ve 7 sale li Sikêniyê dijî jî dibêje;“Nêzî 35 mal li vir dijîn.  Pêwîstiya me bi dibistan û nexweşxaneyê heye. Dema nexweşxane li vir hebû, nîvê şeve jî em diçûn, gelek qenc nêzî me dibûn û bê beramber xizmet dikirin. Lê li wan xistin. Me tu carî terka cihê xwe ne daye. Ji derveyî cihê mirov, tu sûdê cihekê din li mirov nabe.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.