Şivan Seîd rakirin nexweşxaneyê

Pêncşem 4 Tebax 2022 - 21:27

  • Yek ji girtiyên Behdînanê, Şivan Seîd di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa wî ya tendirûstiyê xirab bûye. 

Yek ji girtiyên Behdînanê, Şivan Seîd di girtîgeha Hewlêrê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa wî ya tendirûstiyê xirab bûye. Hat zanîn ku ew rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyeke agahdar, doh sibehê girtiyê Behdînanê, Şivan Seîd, ev demeke di Girtîgeha Çaksaziya Gewran a Hewlêrê de ji ber bêhiqûqiya li dijî girtiyên Behdînanê, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Rewşa wî ya tendirûstî xirab bû û doh ew rakirin nexweşxaneyê.

Piştî ku Dadgeha Hewlêrê biryara berdanê ji bo hin girtiyên Behdînanê da, li gorî biryarê diviyabû roja yekem a Cejna Qurbanê ew girtî bihatana berdan. Lê bêyî ku ti sedem were nîşandan, ev biryar bi cih nehatiye anîn. Li dijî vê yekê ji roja 22’yê Tîrmehê ve, qederê 60 girtiyên Behdînanê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne bi dor, kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, bi sedan çalakên civaka sivîl û kesayetên siyasî hem li nava Başûrê Kurdistanê û hem jî li derveyî welêt ji bo piştgiriya girtiyan, ketine greva birçîbûnê û bi rêya medyaya dijîtal çalakiya xwe radigihînin raya giştî.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.