- Kurdên li Rûsyayê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şitl danîn, dar çandin.
Kurdên li Rûsyayê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şitl danîn, dar çandin.
KRASNODAR: Li gundê Platnîrovskaya yê bajarê Krasnodarê, Kurdan bi konserekê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Li ser jiyana Rêber Ocalan sînevîzyonek hate nîşandan. Hevserokê Meclîsa Kurd, Tahîr Newroz û endama Komîteya Ciwanan Tîlal Dadoyev li pîrozbahiyê axivîn. Qisekeran got, rojbûna Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd mîladek e. Wan wekî din got, bi saya Abdullah Ocalan cîhan bi Kurdan hesiyaye û gelê Kurd cihê xwe di nava gelên cîhanê de girtiye. Di pîrozbahiyê de hunermend Ahmed Ahmedov, Gulîzar Şaxbazova, Rûslan Aliyev û Barî Yûsûbov derketin ser dikê û li ber stranên wan govend hate gerandin.
SARATOV: Li bajarê Yerşov ê herêma Saratovê, Kurd li Mala Gel civiyan û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin. Endama Meclîsa Jinê Gulîzer Yûsûbova, Hevserokê Meclîsa Kurd Mîrzaalî Yûsûbov û endama meclîsê Sûltan Yûsûbov axivîn. Qisekeran bi navê Kurdên li Rûsyayê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir. Beşdaran li ber stranên Kamûran Gasanov û Barî Aliyev govend gerand.
STAVRAPOL: Kurdên li bajarê Stavrapolê civiyan û bi ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şitl danîn. Herî zêde jî zarok bi şahiyê kêfxweş bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN