Şitilgeha Reqayê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:31

NÛJIYAN ADAR / ANF / REQA

Şitilgeha El Emel a li bajarê Reqayê li ser qadeke ji 5 donimî hatiye avakirin û şitilgeha herî mezin e. Li şitilgehê zêdeyî hezar cûreyên şitilan hene û 10 pispor lê dixebitin.

Çandina şitlan ne tenê ji bo karê çandiniyê, her wiha ji bo parastin û dewlemendkirina jiyana xwezayî jî gelekî girîng e. Şitilgeh bi şitlên xwe yên ji dar, zebze û nebatên cuda, derfetan dide çareserkirina pêwîstiya çandiniyê ya li herêmê. Şitilgeha ku sala 2019'an kete meriyetê, di demeke kurt de bû yek ji hilberînerên herî mezin ên li herêmê. Şitilgeha El Emel bi şitlên xwe yên cihêreng balê dikişîne. Her wiha bi buhayên xwe yên guncav jî derfetan dide muşteriyên xwe. Buhayê şitilan bi 15 hezar lîreyê Sûriyeyê destpê dike û digihêje heta 135 hezar lîreyê Sûriyeyê. Şitilgeh piştgiriyê dide karê li herêmê, di hilberandina şitilên bi kalîte û tenduristiyeke baş jî piştgiriyê li herêmê dike. Bi vî rengî çandinî û xwezaya li herêmê hîn xurt dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.