Şitilgeha Mûsa El Mûsa

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:05

RÊNAD EL ELÎ / ANHA / TEBQA

Mûsa El Mûsa, ji bo hezkirina xwe ji çandiniyê re dewam bike, parçeyeke erdê xwe veguhast şitilgehekê. Ev 20 sal e şitilgeh hatiye vekirin û li kantona Tebqayê şitilgeha herî kevn e.

Şitilgeha ˊQebesˊ ji kevintirîn şitilgehên çandiniyê yên kantona Tebqayê ye. Şitilgeh ji 20 salan zêdetir ve hatiye vekirin û tê de gelek cureyên nebatan heye. Di rûbereke kêmtirî 2 doniman de, Mûsa El Mûsa zêdetirî 5 hezar şitlên darên cûrbecûr, kulîlk û nebatên xemilandinê û yên nadîr, li şitilgehê çandine.

El Mûsa peymangeha elektronîk xwendiye, lê ji ber hezkirina xwe ji çandiniyê re, wî şitilgeh vekir. El Mûsa di 2004'an de şitilgeha xwe ya bi navê ˊQebesˊ vekir û di şitilgehê de tev zarokên xwe dixebite. El Mûsa berî ku vegere bajarê xwe Tebqayê, li Lubnanê dixebitî. El Mûsa ji Lubnanê bi xwe re hin cûreyên nebatan û kulîlkan anîn. Heta niha jî nebatek bi navê "sîkas" ji 24 salan ve li gel wî maye.

Di şitilgeha Qebes de gelek cûreyên darên nadîr li Sûriyeyê hene. Ev darên nadir hene: behbehane, qişta (annona) û mango û darsîna.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.