Şitilgeh û gulxaneya Nînas

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:20

NESÎM ZENDÎNÎ-ZIYAD EZÎZ / ROJNEWS / ŞENGAL

Şitilgeh û gulxaneya Nînas ya Sinûnê ku bi salane xizmetê ji şînkirina Şengalê re dike, bi şitlên xwe yên curbecur û gulên xwe yên xweşîk, rih dide herêmê. 

Li Nînas bi dehan cûre şitil û gulên resen û naskirî tên firotin.

Xwediyê şitilgehê Nayîf Şelal Îso ku ji temeneke biçûk de dest bi vî karî kiriye, têkildarî karê xwe axivî: “Meştela me li herêmê tê nasîn û xelk heya niha gazind ji berhemên me nekirine. Ji derveyî Şengalê xelkê Rabîa û Beac jî tên vir, şitil ji min dikirin.”

Nayîf Şelal Îso navê çend cure gulên naskirî yên li gulxaneyê jî rêz kir û got:“Gula Gardînya, Akasya, Rol, çend cure gul şîlan, Cakranda, Elbîzya û gelek cureyên din ên gulan li gel min heye. Her wiha gulên demsalî jî gelek hene”’

Li ser demsala çandina şitlan jî Nayîf Şelal Îso diyar kir niha dema çandiniyê ye û got:“Niha dema çandina şitlan e. Piştî were çandin, dibe destpêkê pelê xwe biweşînin,lê zivistanê reh ber didin.” Îso şitlên xwe ji Bexda, Mûsil, Dihok, Silêmanî, Beled û Helebceyê tine û got;“Ez hejîr ji Şengalê digirim, Tirî, Sêv û karçikên Beled navdari n ez ji wir digirim. Hinarên Helebce ji ber gelek navdar in ez ji wir digirim. Em şitlên ku tînin nêzî salek li gel xwe xwedî dikin, piştre difiroşin. Ji ber kêm aviyê, xelk zêde nikarin biçînin. Lê niha li nava bajêr û li kêlek cadeyan tê çandin (şaredarî) ev me gelek kêfxweş dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.