Sîstema me wê xurtir bibe

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:58

  • ‘’Derdikevin dibêjin yên li Şengalê wenda kiriye Rêveberiya Xweser e. Em ne tenê ji bo endamekî parlamenê kar dikin. Sîstema me ne lawaz bûye, ne têk çûye. Wê di dema pêş de pergala me xurtir jî bibe.’’

ÊZDÎN ŞENGALÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Ji Desteya Rêvebir a Şengalê Faris Herbo got, PDK’ê ne li Şengalê, li kampên ku wekî zindanan e kursî bidestxistine. Her wiha wî ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê jî got “Em pergaleke civakî ne, pergala me ne lawaz bûye, ne têk çûye û wê di dema pêş de xurtir jî bibe.”

Li Iraqê piştî hilbijartinê nîqaşên li ser rewşa siyasî her ku diçe kûr û berfireh dibin. Piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê jî li gelek cihan çalakiyên gel destpêkirine. Tevî piştgirî û hewldanên hêzên navneteweyî yên ku dixwazin hilbijartinê rewa nîşan bidin, xuya ye alozî û nakokiyên siyasî wê li Iraqê kûrtir bibin. Berdevkê Komîteya Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo, li ser encamên siyasî yên hilbijartinê, metirsiyên li pêşiya gelên Iraqê û helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê, peyivî.

Derbarê armanc û encamên hilbijartina Iraqê de Faris Herbo destnîşan kir ku divê ev hilbijartin di çarçoweya plansaziyên nû yên li Rojhilata Navîn têne kirin de were nirxandin ku niha amadekariyên nû yên destwerdanê hene. Faris Herbo got Iraq wekî navenda van guherînan tê dîtin û nirxandina xwe wiha domand: “Li Iraqê jî bi wesîleya hilbijartinê dixwazin vê pêk bînin. Di 2019’an de li Iraqê xwepêşandan çêbûn, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Yên ku îro di hilbijartinan de biserketin ne ew bûn ku di wê pêvajoyê de li berxwe dan. Yên ku îro serkeftina xwe îlan dikin ew hêz in ku di 2019’an de li dijî daxwaza hilbijartinê û li dijî çalakiyan derketin.”

Ne daxwaza gelê Iraqê bû

Faris Herbo di wê nêrînê de ye ku ev hilbijartin di rastiya xwe de planek bû li dijî daxwazên gelê Iraqê û wiha pê de çû: ‘’Li dijî îradeya gelê Iraqê bû. Ev hilbijartin ne daxwaza gelê Iraqê bû. Bi wesîleya vê hilbijartinê hinek dewlet dixwazin werin şerê xwe li Iraqê bikin.

Armanca wan ne yekrêzî û serweriya Iraqê ye. Ji ber vê rastiyê jî gel neçû hilbijartinê.”

Çima nehat li wan deran çavdêrî nekir

Faris Herbo bal kişand ser rêjeya beşdariya hilbijartinê jî û got rêjeya ku hatiye aşkerekirin rastiyê îfade nake û daxuyaniyên hêzên navneteweyî wiha nirxand: “Neteweyên Yekbûyî (NY), çavdêrên navneteweyî dibêjin ji sedî 41 çûye ser sindoqan, yên plana vê hilbijartinê amade kirin, NY û hêzên navneteweyî bi xwe ye. Xanima Plasschaert çima nehat li Mûsil, Kerkûk, Bexda, Necef, Kerbela, Hewlêr û Silêmaniyê çavdêrî nekir? Çima bi taybet li kampên koçberan çavdêrî kirin? Ji bo ku fermiyetê bidin van hilbijartinan.

Encamên ku ji hilbijartinê derketî û rastiya Iraqê li hev nayên. Eger li gor senaryoya ku çêkirine biçin wê Iraqê bibin cihekî tarî. Dibe ku li Iraqê şerekî navxweyî jî çêbibe. Plana ku hatiye çêkirin zehmet e li Iraqê pêk bê.”

Tevî ku li Başûrê Kurdistanê beşeke mezin a gel neçûye ser sindoqan jî PDK’ê wekî serkeftineke mezin bidest xistibe dest bi propagandayê kir. Bi taybet jî li ser Şengalê. Faris Herbo jî balê kişand ser vê propagandayê û wiha axivî: “PDK dibêje em di hilbijartinan de biserketine û li Şengalê me kursî deranîne, wan ne li Şengalê kursî deranîne, wan li zindanan kursî deranîne. Gelê li wê derê girtiyê destê wan e. Ji ber wê bila nebêjin êdî xwediyê Şengalê em in û emê Şengalê birêve bibin.”

Faris Herbo di nirxandina xwe de bersiv da propagandaya PDK’ê ya li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê jî û got: “Derdikevin dibêjin yên li Şengalê wenda kiriye Rêveberiya Xweser e. Em ne tenê ji bo endamekî parlamenê kar dikin. Rêveberiya Xweser sîstemeke civakê ye. Di pergala me de parastin, aborî, diplomasi, perwerdehî, çand, tifaq heye. Hemû pêdiviyên civakê di nav sîstema Rêveberiya Xweser de ye.

Sîstema me ne lawaz bûye, ne têk çûye. Wê di dema pêş de pergala me xurtir jî bibe.”

Faris Herbo di dawiya nirxandina xwe de bang li dewleta Iraqê, hikumeta nû ya ku wê were avakirin, saziyên ewlehiya Iraqê jî kir da ku hesabên şaş nekin û ji bilî îradeya gelê Şengalê nekevin nav hewldan û têkiliyên cûda.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.