• Em meseleya rîtuelan deynin aliyekî, ev sirr û raza herî mezin a arkeolojîk a Stonehengê bû. Lewma kevirên wê diyar bû ku ne ji derdorê bûn. Gava mirov berê xwe dide perestgehên neolîtîk ên li Ewrûpayê, kevirên wan herî zêde ji 16 kîlometreyan dûr hatine anî.

Rêwîtiya wan kevirên li Stonehenge, rêwîtiyekê bêhtirî 289 kîlometroyan dûr e. Heta beriya çend salean jî nedihat zanîn çawa û ji ku ev kevirên heşîn hatine birrîn û ew hilgirtine birine cihê Stonehengê. 

Ji mêj e ku jeologan pê dizanî ku 42 kevirên piçûktir ji yên mezin, ên bi navê “kevirên heşîn” navdar, ji girên Preseli yên li bajarê Pembrokeshire in, bajarekî li rojavayê Welatê Galiyan. Lêkolîneke sala 2019´an cihê tam ê 2 kanên keviran ên ku ev kevir ji wan hatine birrîn, eşkere dike. Lêkolîn her wiha eşkere dike ka çawa û kengî ev kevir ji Welatê Galiyan veguheztine Stonehenge a li rojhilatê Bristolê. 

Ev xebata hanê emcama karekî 8 salan bû û tê de Zanîngeha Bournemouth, Zanîngeha Southampton, Zanîngeha Highlands and Islands û Muzeya Neteweyî ya Welatê Galiyan bi rê ve çûbû.

Em meseleya rîtuelan deynin aliyekî, ev sirr û raza herî mezin a arkeolojîk a Stonehengê bû. Lewma kevirên wê diyar bû ku ne ji derdorê bûn. Gava mirov berê xwe dide perestgehên neolîtîk ên li Ewrûpayê, kevirên wan herî zêde ji 16 kîlometreyan dûr hatine anîn. Beriya bi 5 hezar salan, ji bo Stonehengê êdî em dizanin ku ji kanên keviran ên ji Welatê Galiyan ji qederê 180 mîlan (yanî bêhtirî 289 kîlometroyan) dûr kevir hatine kişandin. Ev kan li girên Preselî ne. Lêkoler niha jî lê dinihêrin ka çima ev kevir hatine kişandin û gelo li derdora gir jî hin avahiyên ji keviran ên neolîtîk hene yan na. 

Yek ji kanan li aliyê bakur ê girên Preseli ye, bi navê Carn Goedog tê nasîn. Herî kêm 5 kevirên heşîn ên li Stonehengê ji wir hatine birrîn.

Lê ne tenê kevirên heşîn, kevirên din ê magmatîk, jî ji kana Craig Rhos-y-felin a li heman deverê hatiye birrîn. 

Herçî kevirên heşîn in û ew jî magmatîk in, pirr rehet in ku bên birrîn ji ber ku stûn bi stûn in. 

Karker bi qeraseyan xebitî ne

Karkerên kanan ên serdema neolîtîkê, qeresayek dixistin navbera stûnan û piştre her stûn datanîn erdê. Tevî ku pirraniya amûrên wan ji ta, ben, terîş û qeraseyên darî bin û nemabine îro jî, amûrên wan ên weke çakûç û qeraseyên kevirî mane roja me ya îro. 

Ev qeraseyên kevirî jî ji devereke din hatine anîn û ji van latên stûnî nermtir bûne. Yanî heger ev kevirên nermtir li stûnan hatin qerasekirin, hingê wê stûnên hişktir neşikiyane, lê kevirê nermtir ên qerasekirî wê bişikiyane. Ev jî ji nîşanên muhendîsiya neolîtîkê ye ku em roja me ya îro jî dikarin bibînin.

Wekî din li zemînê cihê kana keviran, dikên ji axê hatine amadekirin. Yanî diyar e ku stûnên hatine derxistin, bi nermî bi ser van dikên axî de hatine berdan. 

500 salan li benda kevirên din mane

Di encama lêkolînê de bi tesbîtkirina salan a bi rêbaza karbonê, derket holê ku kevir ji kanê beriya mîladê 3 hezaran hatine birrîn. Heger wilo ye, naxwe kevir beyî ku werin şekirin û rengê xwe yên dawî bigirin, yanî bi halê xwe yê xam 500 salan li nêzî  Stonehengê di Kunên Aubrey de mane. Piştre ew nehîtên kevirên xîzekî 500 salan paşê li wan hatine zêdekirin. 

Vê lêkolînê kir ku ew teoriya dibêje, kevirên Stonehengê bi keştiyan di deryayê re hatine kişandin jî xiste ber gumanan. Lewma kanên keviran li aliyê bakur ê girên Preseli ne û cihekî nêzîk ên kişandina wan a ber bi bendereke muhtemel ve nîne. Yanî bêhtir muhtemel e ku ew di erdê re 289 kîlometreyan heta bi Deşta Salisbury hatibin veguheztin. 

NAVENDA NÛÇEYAN