Hunermendê bi navê Matthew Quick ku li Awustralyayê di nav 50 hunermendên herî baş û bi tesîr de tê qebûlkirin, bi resm û peykerên dîrokî dadikeve û ev berhemên hunerî bi şêwazekî nûjen ji nû ve şirove dike. Ji xeynî ji nû ve şirovekirina hin resm û peykeran, tiştên ku ew bi xwe çêdike û disêwirîne jî gelek in.
Matthew Quick heta niha gelek kar kirine; derhênerê hunerî, nivîskariya metnan, wênegirî. Her wiha wî demekê li zanîngehê jî dersên hunerî dane û xebitiye. Lê piştî bi salan, ji van karan aciz bû û xwest ji nû ve resman çêke; jixwe wî ji ciwaniya xwe ve ji vî karî gelekî hez kiriye.
Hin resmên wî gelek balkêş in û bivênevê bala mirovî dibin ser xwe. Weke nimûne di wêneyekî wî de bi devê peykerekî ve lûfika ku mirov pê firaqan paqij dike zeliqandiye ango weke resm xêz kiriye. Di wêneyekî xwe yê din de jî gîtareke bas daye destê peykerekî ku hêrsa wî pirr rabûye. Her wiha bi peykerekî din ve jî kamerayên kolanan monte kirine.
Gelek kar û xebatên Matthew Quick ên bi vî rengî hene ku bi balkêşiya xwe afirîneriya hunermendî ya di vî warî de nîşan didin.
SYDNEY