Şirnex bi bendavan tê tunekirin

Çarşem 15 Çile 2025 - 03:05

Ji sala 2018’an ve bi taybetî li Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê birîna daran berdewam dike. Li gor daneyên Tevgera Ekolojiyeya Mezopotamyayê mehê 50 hezar dar li Şirnexê tên birîn. Darên ku li Şirnexê tên birîn jî ji bo firotinê ji bajarên cuda re tên şandin. Ji qadên bi daristan ên Şirnexê ku hatine birîn, bi giştî milyonek û 348 hezar û 535 hektarên daristanê hate hesibandin. Qada bêdaristan jî weke 5 milyon û 401 hezar û 417 hektar hate tespîtkirin. Ji dawiya sala 2023yan ve piştî sînorên daristanan hatin diyarkirin û di qeydên tapûyê de cih girtin, qada bi daristan a Şirnexê ya giştî weke 172 hezar û 286 hektar hate diyarnkirin. Ji van 186 hezar û 130 hektar jî hate tescîlkirin. Di heman demê de 10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin û derxistin derveyî sînorê daristanan.Şîrketên madenê li Şirnexê zêde bûn e

Pêdivî bi ÇED’ê jî nabînin

Di van salên dawî de herêma Şirnexê ku her ji 15 rojan careke ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta “Ewlehiyê” tê qedexekirin ji şîrketên madenê yên nêzî hikumetê re rê tê vekirin. Hemû navçeyên Şirnexê bi kana komir, kevir, çîmento û madenan hatiyê kolandin û ew yek dibe sedema qirêjbûna hewayê û talankirina xwezayê. Şîrketên madenê yên bi navê Acar, Ozdaglar, Sîhan, Evrensel, Ozel, Goksad, Oz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şirnak Afa, Bolunmez Grup, Eloş, Divin Madencîlîk ji hin van şîrketa ne. Xwezaya Şirnexê ji aliyê van şîrketan ve tê talan kirin pêşkeşî rantê hatiyê kirin. Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê jî li navçeyên Cizîr, Qileban, Hezex, Silopiya û Elkê li 22 herêman bêyî hewcehî bi rapora ÇED’ê bibîne, destûra lêgerîna madenê da. Li navenda Şirnexê ji Kana Kalkerê û Tesîsa Seridandin û Şikandinê re, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê ji Tesîsa Paketkirin û Depokirina Komirî re, li gundê Navyan ê girêdayî navenda Şirnexê, li Tesîsa Sterîlîzasyon a Beravêtiyên Tibî yên li Herêma Senayî ya Organîze ya Cizîrê re û li navçeya Hezexê ruhseta lêgerîna petrolê hate dayîn.

Dîrok di bin avê de dimîne

Li navçeya Qilebanê 6 bendav hatine çêkirin. Li ser rûbarên ku ji gundên Hîlal, Ziravik, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskî re derbas dibin bendav hatin çêkirin. Her wiha Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser Çemê Dîcleyê heta niha 9 bendav çêkirin. Bendavê 10’an jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrikê yê ser bi navenda Şirnexê û gundê Misûriyê yê bi ser navçeya Cizîrê ve bê çêkirin. Îhaleya bendavê jî di 16ê Sibata 2023yan de ji aliyê Şîrketiya hilberîna ceyranê ya CB ve hat girtin û ji aliyê wê şîrketê ve bendav wê bê çêkirin. Cihê ku bendav lê bê çêkirin gelek cihekî dîrokî ye û bi çêkirina bendavê re ew dîrok jî wê di bin avê de bimîne. Peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin û Pira Xan Mehmûd wê di bin avê de bimîne.

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.