Şirket Kurdên Elewî koçber dikin

Sêşem 27 Hezîran 2023 - 15:18

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / MELETÎ

Şirketên madenê û kanên keviran xweza û axa Meletiyê talan dikin. Ev şirket bandoreke nerênî li ser xwezayê, erdên çandiniyê û jiyana mirovan dikin.  

Li gundê Kurdên Elewî, Ornekê yê xwedî 7 mezra, ser bi navçeya Çirmikê ya Meletiyê ye. Ev gund û mezrayên wê bi 12 şirketên kana keviran, dor li wan hatiye girtin. Şirketên kana keviran ku bi raporên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) li herême micûr tê hilberandin. 

Dixwazin gundan vala bikin

Şeniyên gundên Gozenê ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji xebatên şirketan li herême gilî û gazinên xwe anî ziman û daxwaza wan ew e ku tavilê ev şirket ji gundên wan bên rakirin.  Her wiha Serokê Şeredariya Çirmikê Mehmet Çinar jî bi raporên ÇED'ê li mezraya Zêdanê şirketa kana keviran vekiriye. Xelkê got ku bi zanebûn gundên Kurdên Elewî ji aliye şirketan ve tên talankirin û armanca wan valakirina gundan e. 

Tavilê divê şirket derkevin

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Meletiyê û di heman demê de xelkê gundê Ornekê, Medet Kilinç got, bi taybetî gundê Kurdên Elewî ji bo şirketên kana keviran hatine hilbijartin: “Toz û dûmana wan xetereyeke mezin li ser tenduristiya mirovan dike. Em vê yekê qebûl nakin û dixwazin ev şirket tavilê ji nav xwezaya me bên rakirin." 

Neçarî koçberiyê dikin

Li heman gundî Fehmî Yuceturk bal bire ser xetera şirketan a li ser zeviyan û got, "Kana keviran li nêzî rezê min hatiye vekirin. Bandoreke mezin li zeviyên me dike. Heke meriv nekarî cihekî debara xwe bike meriv neçarî koçberiye dibe. Lê em li ser vê axê mezin bûn, ev axa me ye."

Ji bo zarokan tehlûke ye

Kamber Yeşîlçayir ê jî got, şirketên kana keviran bi hêza dewletê dor li gund û mezrayên wan girtine: “Dema dînamît tên teqandin, erd diheje, em ditirsin. Wesayîtên giran ên şirketan di ber deriyê me re derbas dibin ji bo zarokên me jî xeter e. Çend roj berê, hindik mabû ku zarokên me di bin wesayîta giran a şirketê de bimînin.” 

Dor li gund girtine

Menderes Gul jî diyar kir ku bi şirketên kana keviran tê xwestin gundê wan bê valakirin û got, “Ji ber ev der gundê Elewiyan e, derdora me bi şirketên madenê girtine. Bi vê yekê dixwazin van gundan vala bikin. Yan em ê biçin an jî ew ê biçin.” 

Dewlet li pişt wan e

Cûmali Demîr jî got, zeviyên wan bi destê şirketan hatine desteserkirin: “Me miracaetî mehkemê kir û mehkemê jî got hûn heq in, lê mirovên dewlemend in, hêza me bi wan nikare. Qereqol jî li wir e, lê kes ji wan re tiştekî nabêje. Daxwaza me ew e ku tavilê ev kana keviran bê rakirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.