- Derket holê ku hêzên eskerî yên Ingilîstanê, şirketên taşeron bi kar tînin ji bo dronên wan ên Reaper li Iraqê difirînin.
Derket holê ku hêzên eskerî yên Ingilîstanê, şirketên taşeron bi kar tînin ji bo dronên wan ên Reaper li Iraqê difirînin. Li gorî heman agahiyan ev dron di operasyonên li dijî DAIŞ´ê de û her wiha di hin operasyonên din ên li Iraqê de jî yên ku wezareta bergiriyê naxwaze wan eşkere bike, tên bikaranîn.
Ev yek jî eşkere bû di çarçoveya bersiveke li Freedom of Information (FoI - Azadiya Agahdariyê) dederket holê. Li gorî bersivê di nava 3 mehan (Nîsan ta Hezîrana 2020´an) de dronên bi sîleh ên Ingilîstanê yên Reaper û Typhoon li Iraqê 32 êriş li dijî DAIŞ´ê kirine. Herçî Sûrî ye, ji Tîrmeha 2019´an ve ti çalakiya wan a eskerî lê nemaye.
Di vê agahiyê de du tiştên sosirmet hene: Hêzên Hewayî yên Meliktiyê (RAF), nikare bi xwe fîloya dronên xwe yên bi sîleh bifirrîne, ya din jî ji bilî operasyonên li dijî çeteya DAIŞ´ê ew di "operasyonên din" ên eskerî de jî tên bikaranîn.
Herçî meseleya nekarîna firrandina dronên xwe ye, wezareta bergiriyê ya Ingilîstanê dibêje, ew ê fîloya xwe biguherin, yanî dronên nû yên bi navê Protector bi kar bînin, ji ber wê niha alîkariya şirketîn taşeron tenê sînordar bi kar tînin, tevî endamên artêşa Awusturalyayê.
Ev yek di warê hiqûqî û berpirsiyariya di şer de pirsgirêkeke cidî ye.
Li aliyê din mirov bivênevê dipirse, li Iraqê çi operasyona din heye? Li dijî kê yan jî bi kê re Ingilîstan operasyonên eskerî li Iraqê dike? Çima agahiyên li ser van operasyonan ji raya giştî û ji parlamenê re nayên eşkerekirin? Ev pirs Kurdan jî dikarin elaqedar bikin. Jixwe mirov rola Ingilîstanê di hevkariya NATO´yê û Tirkiyeyê de jî bifikire, dibe ku ji bo Kurdan meseleyeke heyatî jî be. LONDON