Sir û raz e lê li dijî Kurdan e

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Hikûmeta Elmanyayê sedema serdana du rojî ya Serdozgerê Federal Peter Frank ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re eşkere nekir. 

Hikûmeta Elmanyayê sedema serdana du rojî ya Serdozgerê Federal Peter Frank ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re eşkere nekir. 

Serdozgerê Giştî yê Federal ê Elmanyayê Peter Frank di navbera 5-7’ê Tîrmeha 2022’yan de çûbû Tirkiyeyê. Frank li ser vexwendina Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirk Bekîr Şahîn çûbû Tirkiyeyê, bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Tirk Mehmet Akarca û Wezîrê Dadê yê Tirk Bekir Bozdag û hin rayedarên din ên dewleta Tirk re gelek hevdîtin kiribûn.

Piştî ku bêhtirî deh rojan di ser re bihurîn jî Elmanyayê ti daxuyanî li ser vê serdana ecêb nedaye. Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê, Clara Bûnger li ser vê serdana ecêb, li Parlemena Federal a Elman, pêşniyazpirseke kurt da hikûmetê da ku li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide. Lewma  naveroka serdana dozgerê federal ji raya giştî ya Elman hatibû veşartin.

Mafê welatiyan bêqîmet e

Lê Hikûmeta Federal a bi serokwezîrtiya Olof Scholz (ji SPD´ê), di bersiva xwe ya ji bo pêşniyazpirsa parlamenê de naverok û sedemên serdana Serdozgerê Federal a Tirkiyeyê, eşkere nekir. Hikûmetê got, ew ne mecbûr in naveroka hevdîtinên bi hevkarên navneteweyî re eşkere bikin û îdîa kir ku serdana Frank a Tirkiyeyê jî dikeve vê kategoriyê. Axir ji welatiyên xwe re got, mafê we yê agahdarbûnê, bêqîmet e li cem hikûmetê.

Hikûmetê serdana Serdozgerê Giştî yê Federal ku hikûmeta Elman bi gotina “raza dewletê” ye eşkere nekir. Beriya çend rojan, parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê ev sedan bi tundî rexne kiribûn.

Em ji çapemeniya hikûmeta Tirk hîn bûn ku Tirkiyeyê lîsteyeke ji 129 navan daye Serdozgerê Federal ê Elman Frank, û xwestiye Elmanya wan kesan teslîmî Tirkiyeyê bike.

Raza dewleta Elman wiha xuya te dîsa şerê neheq ê li dijî Kurdan e.

BERLÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.