Sipûsax bû şehîd kirin!

În 8 Nîsan 2022 - 22:00

  • Keça girtiyê nexweş Mehmet Sevinç ê li girtîgeha Manîsayê ragirtî bû û şehîd bû, Bêîrîvan Sevînç dibêje, siheta bavê wê baş bû û "Bavê min 28 salên xwe dan. Ew şehîd bû. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe bike."

Keça Mehmet Sevinç, Bîrîvan Sevinç ji Jinnewsê re peyivî û got, "Bavê min hat kuştin. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe bike."

Girtî Mehmet Sevinç bi awayekî bi guman li ser hebinm, canê xwe ji dest da û şehîd bû. Mehmet Sevinç li  Girtîgeha Tîpa T a Manisayê dihat girtin. Di 3'yê Nîsanê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî, ew rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê ew şehîd bû. Cenazeyê Mehmet Sevinç birin Saziya Tipa Edlî ya Izmîrê (ATK). Piştî otopsiyê jî radestî malbatê kirin. Cenazeyê Mehmet Sevinç wê li navçeya Darica ya ser bi Kocaeliyê bê veşartin. 

Li ber deriyê ATK'ê malbat û gelek sazî, dezgeh û welatî bi saetan li benda cenaze sekinînin. Keça Mehmet Sevinç, Bêrîvan Sevinç li vir axivî û got, gardiyanan derbarê mirina bavê wê de îfadeyên bi nakok dane û bavê wê dereng birine nexweşxaneyê. Her wiha Bêrîvanê da zanîn ku saeta mirina bavê wê bi guman e û got, agahiyên pêwist nedane wan. 
 
´Bavê min şehîd bû´

Bêrîvanê da zanîn tendirustiya bavê wê baş bû, bavê wê li girtîgehê hatiye kuştin û wiha pê de çû: "Tendirustiya bavê min baş bû. Li gorî ez li nexweşxaneyê hîn bûm, xwîn ji normalê zêdetir çûye ser mejiyê wî. Li girtîgehê guh nedan bavê min. Ew kuştin. Cenazeyê wî dan dest me. Ev 3 roj in em li ber nexweşxaneyê ne. Bavê min miriye, lê belê wekî formalîte em li vir dan sekinandin. Ez bang li her kesî dikim.

Bila bibin dengê me. Bavê min 28 salên xwe dan. Ew şehîd bû. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe bike."
 
7 saetan dane sekinandin

Bêrîvan Sevinçê got, rêveberiya girtîgehê bavê wê dereng şandiye nexweşxaneyê û wiha dewam kir: “Bavê min hatiye emeliyatkirin, piştre li me digerin û dibêjin, 'Hûn dixwazin, werin'. Heta em hatin saet bû 17.00. Xwîn çûbû ser mejiyê wî, lê belê kesekî agahî neda me. Dema em hatin nexweşxaneyê nehiştin em bavê xwe bibînin. Li odeyê nêzî 10 cendirme û gardiyan hebûn. Her kesî ji milê me girt û em derxistin, agahî nedan me. 7 saetan bavê min dane sekinandin. Çima 7 saetan dan sekinandin?"
 
Gotinên gardiyanan hev nagirin

Bêrîvan Sevinçê da zanîn ku agahî dane wan ku bi ambulansê bavê wê birine nexweşxaneyê û wiha peyivî, “Wiha dibêjin, lê derewan dikin. Yek dibêje, 'dema ji bo xwarinê em çûne gel, li ser ranzayê verîşiyabû û hiş ji serê wî çûbû'. Tu saet di çendan de xwarinê didî?

06:00 yan jî 07:00. Wê demê çima saet di 03:50’î de qeyda ketina acîlê xuya dike? Bavê min di wir de girtine ji bo bimire."
 
Hucre ji bo kuştinê ne

Bêrîvan Sevinçê da zanîn ku piştî bavê wê birine nexweşxaneyê, li hucreya yekkesî girtine û wiha peyivî: "Di hucreyekê de bi tena serê xwe ew hiştine. Kesek çima neçû saxtiya wî nekir? Heger li qawişê, di nava hevalên xwe de baya, wê rewşa wî bihata zanîn."

IZMÎR

Bernedana girtiyên nexweş Îdam e

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Izmîrê bal birin ser mirina girtî Mehmet Sevînç û gotin:

“Divê dewlet dawî li polîtîkaya xwe ya kuştina girtiyan bîne. Bi neberdana girtiyên nexweş re cezayê îdamê bi rengekî fiîlî xistine meriyetê.”

Ji ber mirinên di demên dawî yên li girtîgehan, gelek kes nerazîbûnan nîşan didin. Her wiha raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) jî rê li ber nerazîbûnan vedikin. Êdî hema hema her roj agahiyên mirinan ji girtîgehan tên. Saziyên civaka sivîl û gelek derdor li dijî vê rewşê nerazî ne û dixwazin ku di zûtirin demê de tevdîrên pêwîst bên girtin. 

 Rêveberê Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) Îsmet Akdemîr got, binpêkirinên li girtîgehan di demên dawî de zêde bûne: “Girtiyên nexweş û yên cezayê wan xelas bûyîne, nayên berdan. Ev du roj in em diçin Akhîsarê. Heta di nava nexweşxaneyê de jî binpêkirinê mafan hene. Derheqê rewşa wan de kesek tiştekî rast ne ji bo me û ne jî ji bo malbatê dibêje.

Dibêjin, li benda rapora ATK’ê ne. Nexweşxane dibêje; ‘nexweş, saet di 3’yê şevê anîn.’ Rêveberiya girtîgehê jî dibêje, serê sibehê birine nexweşxaneyê. Daxwazên malbatên girtiyan ew e ku girtî bên dermankirin û cenazeyên wan ji girtîgehan dernekevin. Girtiyên cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Bi navê heq û hiqûqê tiştek nema ye.” 

Nûnera Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ya Izmîrê Sûltan Yagmekan jî got: “Hinek girtî li odeyên yekkesî tên ragirtin.

Mehmet Sevînç qetil kirin. Girtiyên nexweş têxin odeyên yekkesî û bi vî rengî qetil dikin.” 

Divê girtê di bin zexta dewletê de nemînin

Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Izmîrê Çinar Altan jî got, “Polîtîkaya kuştinê tê meşandin. Divê em tu girtiyekî di bin zexta faşîst a dewletê de nehêlin. Mixabin ku li dewletên faşîst tu pîvanên hiqûqê nînin. Banga me li gel ew e ku li dijî van kirinan têbikoşe.” 
 
Ne muebed e îdam e

Sekreterê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Izmîrê Ozcan Sarioglu jî got, ji ber cezayên muebedê û muebeda girankirî, girtî zêdetirî 30 salan di girtîgehê de dimînin: “Di nava vê demê de bi gelek nexweşiyan dikevin. Bi awayekî fiîlî cezayê îdamê duxin meriyetê. Xeter li ser jiyana wan heye lê dewlet wan bernade. Yanî mekanîzmaya îdamê dixin meriyetê.”

MA/IZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.