- Alison Moritsugu xwe bi hunerê xwe li sînoran diceribîne.
Huner li her derê û bi her tiştî dikare bê kirin. Hunermenda ji Hawaiyê, Alison Moritsugu jî vê yekê xweşik îsbat dike. Wê huner li Misouri û New Yorkê xwendiye. Ew berhemên xwe di nava tuwalê de yan jî peykerên ji rêûresmê de asê nahêle.
Qurmekî daran ji bo wê ne qurmekî daran e, çiqil û şaxên daran jî. Ew wan ji bo çêkirina hunerê xwe bi kar tîne. Carinan li hundirûyan carinan li derve.
Yek ji van berhemên li jor jî li derve ye. Ev berhema li Djerassi bê nav e û sala 1995´an hunermendê ew çêkiriye. Wêne jî sala 2006´an hatiye girtin. Yanî piştî çêkirinê bi 11 salan. Reng û boyaxa li ser berhemê jî bi deverê re diguhere.
Berhema diduyan jî li ser dareke birrî û çiqil û şaxên birrî hatiye rengandin. Hunermendê navê Kaniya Bakîriyê (The Virginal Spring) li berhema xwe kiriye. Ev berhem jî sala 1996´an hatiye çêkirin.
FRANKFURT