Sînorê rastî û xeyalan ê têkilhev

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:20

Benedetto Demai weke hunermendekî Îtalyayî tim bala wî li ser malzemeyên ji rêzê yên rojane ye. Wî gelek xebatên bi vî rengî yên minîmalîst çêkirine. Ew hewl dide sînorê rastî û xeyalan têkilhev bike û bi şêwazên nû yên nîşandana tiştan dadikeve. Benedetto bi van xebatên xwe vê yekê ji me re dibêje; malzemeyên ji rêzê yên rojane her çiqas werin paşguhkirin jî ew bedewî û xweşikiyekê dihewînin yanî ew jî nesitêle ne. 

Beneddeto Demai dide zanîn ku ew bi van xebatên xwe ji nû ve bi xwezayê re têkiliyekê çêdike û ev têkilî azadiyekê raberî wî dike. Her wiha ew îşaret bi tiştên sivik jî dike û dibêje, pêdiviya me insanan, niha bi malzemeyên sivik û mînîmal heye.

Benedetto Demai got; “Hin caran ez jî baş tênagihîjim bê ka çima van resman çêdikim. Dema li hin tiştan dihizirim yekser dibînim ku tiştek derketiye holê. Mekanîzamyên afirîneriyê yên veşartî û bi sêhr hene, ji lewma jî afirînerî her tim min matmayî dihêle.”

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.