• Fermandar Rênas Roj bi tevlîbûna xwe ya nav refên Şoreşa Kurdistanê hem sînor û hem jî bindestî hilweşand. Wî li her çar parçeyên Kurdistanê di nava şer û şoreşê de cihê xwe girt.

BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS/GERMIYAN 

Fermandar Rênas Roj li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û sînorê bindestiyê hilweşand. 

Fermandar Rênas Roj bi navê Silahedîn Şehabî sala 1980´yî li gundê Êranşa yê Tîlekoy ê ser bi Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Wî dibistana destpêkê li warê bav û bapîrê xwe, li gundê Mewe yê ser bi Dîwandere temam kir. Heta zanîngehê li Seqizê dewam kir.

Di destpêka komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan a 15’ê Sibata 1999’an de weke bersiva li dijî bêbextiyê, Rênas Roj li gel pismamê xwe Seîd Şehabî weke du ciwanên xwendekar ên ji Rojhilatê Kurdistanê, berê xwe didin çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibin.

Rênas Roj di nav HPG'ê de

Pismamê wî li Erziromê şehîd bû

Ji hingê ve ew Rênas Roj û pismamê wî jî Rêbaz Karasungur bûn. Li Qendîlê perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla dibînin. Piştre berê xwe didin çiyayên Bakurê Kurdistanê. Sala 2003’yan li Serhedê, li Erziromê xebatê dike. Piştî salekê Rêbaz Karasûngul di şerekî li dijî artêşa Tirk de li herêma Erziromê şehîd dibe.

Piştî 2 salan Rênas Roj weke fermandarekî gerîla vedigerî Herêmên Parastina Medyayê û li herêmên Behdînan û Xakurkê kar û xebatê dike. Sala 2008’an tevlî destana dîrokî ya Zapê dibe û li Zapê di têkoşîna li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi rola xwe radibe û di wê berxwedana bi rûmet de birîndar dibe.

Piştî ku birîna wî sax dibe, careke din berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û weke Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê dest bi têkoşînê dike. Di nava refên YRK’ê de weke fermandar 7 salan li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna gerîla dike.

Birayê wî Rêbaz fedayî bû
Sala 2013’an birayê Fermandar Rênas Roj, Îrfan Şehabî weke Rêbaz Tîleko ji derveyî welat vedigere welat û tevlî nava refên gerîla dibe. Piştre 19’ê Kanûna 2015’an li Şirnexê di çalakiyeke fedayî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.
Piştî şehîdbûna Rêbaz Tîleko, Fermandar Rênas Roj karwanê têkoşîna xwe dibe Rojavayê Kurdistanê û li wir tevlî xebata ji bo azadiya gelê xwe dibe.

Weke fermandarê şervanên azadiyê tevlî şerê rizgariya Tebqa ji DAIŞ’ê dibe. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê li deverên cuda weke fermandar tevlî nav têkoşîna parastina nirxê Şoreşa Rojevayê Kurdistanê dibe.

Ji dema çûyî Rojavayê Kurdistanê ve weke fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nava têkoşînê de bû. Herî dawî di dema karekî şoreşgerî de, li ser rêya Hesekê-Qamişlo dibe hedefa balafirên dewleta Tirk û şehîd dibe.