Sînema xewnan nade jibîrkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Çile 2024 - 05:45

  • Sînemavan Mazlûm Baran bi kurtefilmê xwe yê “Ez ê di xewnan de jî zimanê xwe winda nekim” balê dibe ser pirsgirêka ziman. Wî pirtûka nivîskarê Galîsyayî, Séchu Sende adapteyî sînemayê kiriye. Mazlûm bi bîr dixe ku sînema xewnan nade jibîrkirin û dibêje; divê em nesekinin, bêyî ku çîrokên me biherimînin û berevajî bikin, divê em wan vebêjin û bikin film.

ARDÎN DÎREN

Mazlûm Baran sînemavanekî di bin banê Akademiya Rojhilata Navîn a Sînemayê de xebatên xwe didomîne; wî kurtefilmê xwe yê yekem çêkir. Mazlum Baran her çend di çêkirina hin kurtefilm û metrajedirêjan de berê xebitîbe jî ev cara yekem e ku bi rola derhêneriyê radibe û kurtefilmekî çêdike. Ji bo destpêkê wî mijareke balkêş neqandiye û pirtûka bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” a  Séchu Sende adapteyî sînemayê kiriye.  Séchu Sende ku nivîskarekî Galîsyayî ye û bi rêya keçikeke piçûk bi meseleya ziman dadikeve. Serpêhatiya vê keçika piçûk ya Galîsyayî ji ya keçeke piçûk a Kurd ne cudatir e. 

Em bi Mazlûm Baran re derbarê sînemayê û kurtefilmê wî de peyivîn. Her wiha  Séchu Sende jî nirxandineke piçûk kir derheqê çêkirina kurtefilmî de û got; “Sînema xwe digihîne bi hewara wêjeyê”.

Ev demeke dirêj e ku ez hizrên te yên li ser sînemayê dizanim û gelek caran em li ser sînemayê axivîne. Bi ya min te xwe gelekî bi derengî xist. Ev kurtefilmê te yê yekem e. Îcar, gelo mijar li benda derhêneran disekinin an derhêner li benda mijarên xwe disekinin ji bo destpêka sînemayê? 

Rast e, bi rastî jî pirr dereng ketim. Nizanim tê bîra te, berî neh salan, em li hola sînemayê ya Yilmaz Guneyî axivîbûn. Piştî ezmûnên zanîngehê bû, ji ber ku qet baweriya min bi dibistanan tinebû, bêbiryar bûm, bixwînîm yan nexwînim, min ji te pirsîbû û te gotibû “Tu ji min bi pirsî ne hewce ye ji bo sînemayê mirov zaningehê bixwîne.” Bi rastî gotineke ji nîvê pirtûkê bû, lê min bi ya te nekir û min xwend. Helbet, xebera te bû. Belê yek ji sedemên herî girîng yên derengmayînê jî ev xwendina min a zaningehê bû. 

Mijar li bendê bisekinin baş e, lê gelek caran nasekinin, gava tu mijarekê nakî film, mijar diçe kesekî/e din dibîne û xwe dide çêkirin. Gelek mijar hene ku em tim dibêjin, “divê ev mijar bibe filmek” lê em xwe nadin ber, em dibînin hinekên din bi wê mijarê daketine û kakilê wê pûç kirine. Her wiha em di şert û mercên ji rêzê de jî najîn, li hemberî me dijminek heye ku yek deqîqeya tenê jî xwe betal nake, nasekine. Ji bo berdewamiya dagirkeriyê pêdivî bi tinekirina bîrê dibîne. Ji bo tine bike jî êriş bi tena serê xwe têr nake, her wiha dixwaze cihê wê bi derewan tije bike. Televizyon, sînema jî meydaneke welê ye ku herî zêde ji bo vê yekê tê bîkaranîn. Ev bomberana dîtbarî berdewama bombebarana fizîkî ye û parçeyekî şerê taybet e. Li ser qewimînên dîrokî û yên nûjen bênavber tiştan çêdikin da ku ji bo bide jibîrkirin û bi awayekî li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve biafirîne. Ango vê meydanê weke çekekê li hemberî mêjî û bîra civakê bi kar tîne, divê em rê nedin vê û em nehêlîn sînemayê wekê alavekê bi kar bînin. Ez zêde dirêj nekim, lê tişta ku di vê mijarê de bêjim ev e; divê em nesekinin, bêyî ku çîrokên me biherimînin û berevajî bikin, divê em vebêjin, em wan bikin film.

Te beşekî piçûk ji pirtûka  Séchu Sende ya bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” adapteyî sînemayê kir.  Séchu Sende Galîsya û Kurdistanê weke du birayan dibîne; biratiya xwedî “zimanên bindest”. Tişta ku ev berhem li ber dilê te delalî kir çibû, te bi çi awayî biryar da ku ji ber pirtûkê kurtefilmekî çêkî?

Pirtûka bi heman navî hatiye weşandin ji gelek kurteçîrokên derheqê ziman de pêk tê. Dema mirov dixwîne ji me re qet xerîb nayê ji ber ku ev çîrok, çîroka me ye. Galîsya welatekî piçûk e ku bi salan di bin dagirkeriya Spanyayê de dimîne. Ji pirtûkê jî em fêhm dikin, Galîsya weke Kurdistaneke piçûk e ku ji hêla serdestan ve hatiye çewisandin. Li Kurdistanê bi awayekî hovane ev êriş dewam dikin, gelek çalakiyên hunerî ên bi kurdî tên qedexekirin, em behsa demeke pirr kevn, dîrokî nakin. Çend meh berê ciwanek li Tirkiyeyê ji ber ku bi Kurdî strana digot bi kêran hat kuştin. Hê duh jî nuçeyek bi vî rengî belav bû, karkerên ku di nav xwe de bi kurdî diaxivin rastî êrişa karkerên Tirk tên. Bi hemû derfetên heyî, helbet bi taybetî bi film û rêzefilman civakeka yekcar şoven, faşîst û hov hate avakirin. Bi dehan mînak hene, yên ji ber kurdî diaxivin rastî şidetê tên, hem ji hêla xelkê û hem jî ji hêla dewletê ve.

Galîsya niha xweser e, lê ji ber zextên salên dûr û dirêj zimanê Galîzyayî li hemberî zimanê Spanî dihele û wek ku di heman çîrokê de derbas dibe “bi taybetî li bajaran!” Her çiqas îro welatek xweser be jî, bi zimanê Galîzî re Spanî jî tê axavtin. Ji pirtûkê jî em fahm dikin gelek Galîzî weke gelek kurdan ji şûna ku zimanê xwe bikarbînin bi zimanê serdestan, bi Spanyolî diaxivin. Ev çîrokên pirtûkê jî li hemberî vê hişyariyek e piçûk e. Ev pirtûk jî ji çîrokên bi zimanekî zarokî, ji bo zarok û mezinan hatiye nivîsin. Mirina zîmanekî helbet mijareke ji mijarên herî trajîk yê ser ruyê erdê ye. Em jî bi van çîrokan mezin bûn, ji ber bi kurdî hatiye axaftin ên hatine darvekirin ên hatine girtin ên hatine cezakirin hene. Ê herî nêzî me jî ji xwişk û birayên xwe yên mezin me bihîst, ji ber ku bi Kurdî axivîne li dibistanê rastî lêdana mamosteyên xwe ku her yek ji wan wek serbazek SSê yê naziyan tevdigere, hatine.  Gelek caran tiştên bi vî rengî di sînemayê de, di wêjeyê de di beşên din ên hunerê de hatine şirovekirin. Ev mesele wek herkesekî xwedî wijdan min jî diêşîne û ez li hemberî vê pergalê berxwedanê weke erkeke mîrovî dibînim. Ez jî dixwazim di vî warî de, bi sînemayê li hemberî vê pergala hovane bisekinim lê min nexwest vê meselê bi heman awayî vebêjim. Dema min vê çîrokê cara yekem xwend min xwest bibe filmek. Erê çîrokeke zarokî ye û weke karaktera sereke şêrin e. Bi min sawa zarokek piçûk ku tirsa windakirina ziman dijî, ji vegotinên ku me zingîniya sîleya mamosteyan hîs dikir kêmtir nîn e. Serpêhatiyeke dijwar û şîrîn e, serpêhatiya vê keça piçûk ku naxwaze di xewnand de jî zimanê xwe winda bike. Ev ji bo min balkêş hat û min xwest bi sînemayê serpêhatiya vê keçikê vebêjim. 

Sechu Sende di pirtûka xwe de dibêje, “Ez bi zimanekî dipeyivim ku kesên din naxwazin pê bipeyivin, wî piçûk dibînin, êrîşî wî dikin, wî sansur dikin û dixwazin ji holê rabe.” Ji bo li hember zimanekî ev tişt pêk neyên sînema dikare bi helwêst û roleke çawa rabe?

Rewşa Kurdî jî heman tişt e. Zêde dûr neçim, di dema amadekariyên film de jî em rastî vî tiştê hatin. Listîkvana me Roza rojekê bi ruyekî tirş hat provayê û êdî nedixwest bixebite. Piştî ku em demekê axivîn ji me re behsa tiştê hatibû serê wê kir.  Senaryo di dest de bi kelecanî diçe ba hevalên xwe yên taxê û ji wan re behsa senaryoyê dike. Lê hevalên wê kenê xwe pê dikin û diyalogên ku ji wan re xwendî ye bi hinekî devê xwe xwaro maro dikin û zarî wê dikin. Li gor ku digot, xwendin û axaftina wê ya kurdî berê baştir bûye lê ji ber ku dest bi dibistana Tirkî kiriye êdî zehmetî dikişîne. Belê ji hêlekê ve dewleteke ku bi hemû derfetên xwe êrîş dike û ji hêlekê ve jî malbat û derûdor ku şerm dikin bi kurdî biaxivin. Hemû hewldanên bo çand û huner û zimanê kurdî rastî êrîşeka hovane tên. Em tev bûn şahidê girtina dibistana yekem ya ku bi kurdî ders lê dihat dayîn. Ji xwe te jî bi belgefilma “Her Mal Dibistanek” balê biribû ser vê meseleyê. Pêşketinên li dibistana Ferzad Kemanger berxwedana li hemberî van polîtîkayên hovane yên dewletê nîşan dida. Sînema dikare bi hin hêlên xwe balê bibe ser pêkûtiyên mêhtingeran û di vî warî de roleke wê ya pirr girîng heye. Ji xwe tiştê me bi vî filmî nîşan da jî ev bû.

Madem mesele ziman e, em pirseke wiha bikin; ji bo sînemaya Kurdî zimanê zikmakî çiqasî girîng e, bêyî zimanekî neteweyek dikare sînemayekê ava bike? Filmên Kurdî dikarin bi temaşevanan “xewn û xeyalên kurdî” bidin ava kirin?

Erê sînema hunerekî dîtbarî ye. Hin kes dikarin bibêjin tenê wêne têrî ravekirina hin meseleyan dikin û hewceyî bi ziman tine ye. Lê mixabin, ji bo sînemayeka netewî zîman pirr giring e. Ziman li ser mêjî jî li ser awayê fikrandinê jî rasterast tesîr dike yanî ew bi hevdu ve girêdayî ne. Gava kesekî Kurd bi Tirkî filmekî çêke, ew her çend nexwaze jî di bin tesîra sînema, wêje û muzîka wan de dimîne. Ji bo Erebî û Farisî jî heman tişt li dar e. Gotin û zimanê di sînemayê de bivênevê li ser hişmendiyê jî tesîrekê çêdike. Belkî bi mijar û karakterên xwe weke sînemaya kurdî xuya bike, lê sînemayeke neteweyî nîne. Ji ber ku ziman tine ye, ew dibin teqlîdên sînemaya serdest. Hin nivîs, helbest û çîrok jî hene, tevî ku ew bi Kurdî ne jî xwe di warê hişmendiyê de ji zimanên serdestan xelas nekirine. Gava bi vî awayî hin tişt diqewimin berhema derdikeve holê jî nabe malê sînemaya neteweyî. Ji lewre, bi ya min ji bo sînemaya neteweyî ziman xaleke girîng e. Çawa ku hin kes di xewnên xwe de zimanê xwe ji bîr nakin, sînema jî xewnan nade jibîrikirin. Ev hêza sînemayê tiştekî bêhempa ye.

Sînema dikare ji bo xewn û xeyalên bi Kurdî rêyekê veke. Dîtbarî ji bo têgihîştina mirovan pirr giring e. Di vê serdemê de êdî bêyî dîtbarî tiştek nayê şirovekirin. Di vê serdema nûjen de xwendina pirtûkan jî pirr kêm bûye, mirov êdî bêhtir temaşe dikin. Lewma xebatên sînemayê pirr girîng in. 

Nasekî me hebû, weke gelek kesên ku zimanê xwe piçûk dibînin malbatê nehişte ku ew hînî Kurdî bibe û bixwîne. Ev yek her wiha bû pirsgrêkek jî, ji ber ku wî û pîrika xwe ji hev fêm nedikir. Piştî demekê ku li xêzefelmên Kurdî temaşe kir, hînî Kurdî bû. Vê carê jî ew bi hev re bi Kurdî diaxivîn lê pîrê gilî dikirin û digot; ‘‘Tu bi Kurdiya akademîk’’ diaxivî! Lê ne xem bû di demeke kurt de diya xwe jî û pîrika xwe jî hînî kurdiya xwe kir. Lewma sînema bi rastî pirr girîng e, ji bo parastina ziman û çandê. Erê bi vegotina çîrokan, bi kilamên dengbêjiyê, bi çanda devkî zimanê Kurdî heta îro hat, lê êdî ne pêkan e bi vî awayî li hemberî vê serdema bi lez ku di bin bombebarana dîmenan de ye xwe biparêze. Di vir de bar dikeve ser milê sînemayê û divê dîmenan bi awayekî rast bi kar bîne da ku karibe tiştên mayî biparêze û nehêle Kurdî were jibîrkirin. 

Tu dikarî hinekî behsa pêvajoya hazirî û çêkirina filmî bikî, we dîmenên film li ku derê girtin û hûn bi ekîbeke çawa re xebitîn?

Tu jî dizanî bi rastî jî sînema karekî zor û zehmet e. Hem ji hêla aborî hem ji hêla şert û mercên polîtîk yên Kurdistanê ve. Di van demên dawî de gelek kes berê xwe didin derveyî welat. Van salên dawiyê, gelek kes ji derûdora me jî çûn. Hin ji van kesan bi sînemayê û hunerî re mijûl dibûn. Ji lewma niha li vir kêm kes mane ku bi sînemayê re mijûl dibin û di vî warî de xemxurî jî nemaye.

Kurtefilmê me ji hêla Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hate çêkirin; ez jî endamekî wê me. Şert û merc her çend zor bin jî em hevalên ku li vir bi hev re dixebitin, wan şert û mercên Xelîl Dag tînin ber çavên xwe û gotina wî ya “Tenê kamerayek û hevaltiya me heye li serê van çiyayan” bi bîr tînin û bi vê hizrê filman çêdikin. Heger ev hevaltî tine be, em ê nikaribin ji bin barê sînemayê yê giran derkevin.

Wekî din em ê nikaribin li gorî rêgezên sînemaya serdest filman çêkin. Komeke me ya piçûk hebû û her hevalekî me karê ku sê kasan dikir, dabû ber xwe. Hevkariyeke pirr baş hebû û çi ji destê hevalan hat, wan texsîr nekir û kir. Ez ji vir dibêjim, mala wan hemûyan ava be. Her wiha nivîskar Séchu Sende jî kêfxweş bû bi çêkirina kurtefilmekî wiha û pişta me girt. 

 

Em bi Kurdî keniyan bila ji wan re bibe derd!

Derhêner Mazlûm Baran ji ber ku wezareta Tirk destûra çêkirina filmî neda jî dibêje, wan dîmenên filmî girtin, ew têr bi Kurdî peyivîn û keniyan û bila ev yek ji dewleta Tirk re bibe derd: 

Dîmenên kurtefilmî li Amedê hatin girtin. Xelkê me destûr da ku em bi rehetî bibin mêvanê wan û me li malan dîmen girtin. Keda malbatan jî gelek bû ji bo filmî. Û tiştekî din jî heye, tu dizanî, bêyî destûreke fermî ya ku ji hêla wezaretê ve tê dayîn, mirov nikare filman çêke. Filmek ne li gorî dilê wan be, nahêlin bê çêkirin. Tevî ku çîrokeke hişk nîne jî dewletê bi awayekî fermî destûr neda me ku em vî kurtefilmî çêkin. Ev destûrnedana wan mirovên weke min bêhtir dikişkişîne nav karê sînemayê û ji ber ku em ji qewmê pezkoviyan in, ev mesele ji me re bû eks. Gava me dîmenên film girtin, em têra xwe bi Kurdî axivîn û keniyan, bila ev jî ji wan re bibe derd. 

 

Gelo Mazlûm Baran dizane kî ye? 

Mazlûm Baran difikire ku em nikarin wî nas bikin û vê jî kurt û Kurmancî wiha rave dike:

Na. Bawer bike ev pirsa herî zehmet e ji bo min. Belesebeb li ser deriyê mabeda Delhiyê “Xwe binase” nayê nivîsîn. Ev gotin weke destpêka hemû zanînan tê dîtin. Lê pêşiyên me jî têra xwe ne, te dît, wan jî gotiye; “Heta mirov xwe nas dike emrê xwe xilas dike.” Karekî hêsan nîne ku mirov xwe pênase bike, wek ku pêşiyên me jî detsnîşan kirine, ev rêwîtiya xwe nasînê, emrekî pûç dike. Nizanim belkî jî ber bi dawiya emrê xwe ve karibim bersivekê bidim te. Lewma kî me, çi me, li ku jidayîkbûme ne girîng e bi rastî, bila kar û xebatên me bibin bersiv bo vê pirsê.

 

Sînema xwe digihîne bi hewara wêjeyê ve

Séchu Sende. CC-BY-SA Manuel Ríos

Me xwe gihand nivîskarê pirtûka "Ez ê zimanê xwe di xewnan de jî ji bîr nekim" Séchu Sende. Wî li ser wergera kitêba xwe çêkirina kurtefilmî ji me re ev bersiva jêrê şand:

Piştî ku pirtûka min bi Kurdî jî çap bû, ez têgihîştim ku meseleya parastina zimanê hindikahiyan pirsgirêkeke gerdûnî ye. Li ser rûyê dinyayê gelek netewe hene ku dewleta wan tine ye lê dîsa jî ji bo ew hebin, li ber xwe didin. Em şer dikin, dixebitin û xwedî xeyal in. Em bi zimanê xwe stranan dibêjin û bi awayekî afirîner berheman hildiberînin. Hin caran bi awayekî kolektîf û hin caran jî bi awayekî kesayetî ji bo hebûna xwe têdikoşin. 

Çi fikrekî xweş e ku sînema xwe digihîne wêjeyê û berhemeke wêjeyî werdigerîne sînemayê. Bi vî awayî xeyal û rastiyên me dikevin merheleyeke din. Bi rêya van huneran rastiya me tê ziman û ev her du huner jî amûrên bi hêz in. Wêje û sînema gava digihîjîn hevdu em bi wan baştir dibin û dilê me şa dikin ev huner. Gava ku wêje nikare xwe bigihîne hin cihan sînema tê bi hewara wê ve û hevokan werdigerîne dîmen û dengên xweşik. Ji ber vê derfetê, em gelek bi siûd in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.