- Li li beşa sêyemîn a Wargeha Holê qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” bi baldariyeke mezin di roja 7´an de operasyonê de dewam dike.
Li li beşa sêyemîn a Wargeha Holê qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” bi baldariyeke mezin di roja 7´an de operasyonê de dewam dike.
Di roja 6’an de li beşa sêyemîn a penaberên Iraqê ya Wargeha Holê, qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” bi pêşengtiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPJ/YPG û QSD’ê didome.
Pêngavê doh jî saet berê sibehê di 05.00’an de dest pê kir. Destpêkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li penaberên kampê kir. Paşê bi awayekî baldar kon hatin valakirin û penaberên beşa sêyemîn ji bo nûkirina sicîlan hatin komkirin.
Di operasyonên lêgerînê de doh sibehê hêzên ewlekariyê di beşa sêyemîn a wargehê de, gelek amûrên weke telefon û rûyên wan, guleyên çeka M-16´ê, kêr, satore û birekan ên ku di bin erdê de hatibûn veşartin, dîtin û desteser kirin.
Her wiha xwediyê kon ê bi guman jî hate girtin.
Pêr jî 23 gumanbar hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh daxuyaniyek nivîskî li ser encama beşa pêr a operasyonê de da. Wê got, "Hêzên me di roja 5`an a qonaxa duyemîn a Pêngava Miovî û Ewlehiyê de 23 kesên biguman ên elaqedarî DAIŞ`ê girtin. Kesên hatin girtin di lêpirsînê de ne.
23 konên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî cihên perwerdeyê û dadgehê bi kar dianîn, hatin rakirin.
Tunelên ku endamên şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê jî ji bo veşartinê bi kar dianîn, hatin dîtin.
Di heman demê de kompîturek, 8 telefonên destan û tableteke ku bi rêbazên cuda di nav konan de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin."
ANHA/HESEKÊ