Silava ya 17 salî jî şehîd bû

Sêşem 6 Îlon 2022 - 02:04

  • Ji zarokên li dibistana keçan a li gundê Şemoka di êrişa dewleta Tirk de 18´ê Tebaxê birîndar bûbû, Silava Remedan jî ji ber birînên xwe şehîd bû. Di êrişê de bi vî awayî 5 zarok şehîd bûn û 10 zarok birîndar bûn. 

Dewleta Tirk a dagirker 18´ê Tebaxa bihurî êriş biribû ser dibistaneke ser bi Rêveberiya Xweser a ji bo keçan a ku bi sponsoriya Neteweyên Yekbûyî dihat birêvebirin. Di vê êrişa hovane de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dabû û 11 birîndar bûbûn. Hat zanîn ku ji zarokên birîndar Silava Remedan jî 1´ê Îlonê ji ber giraniya birînên xwe şehîd bûye. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda perwerdeya keçan di daxuyaniya xwe de gotibû, "Piştî hevdîtina dawî ya Erdogan bi aliyên navneteweyî û herêmî re, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûn. Di encama van êrişan de gelek sivîl, zarok û fermandarên li kêleka Koalîsyona Navneteweyî li dijî rêxistina DAIŞ'ê şer kirin, şehîd bûn. Îro jî di çarçoveya şerê xwe yê qirkirinê de li dijî gel û herêmên me, êrişên nû pêk tîne, mînaka wê jî doh (18´ê tebaxa 2022´yan) êvarê dewleta Tirk a faşîst bi balafirên bêmirov rêya Til Temir-Hesekê nexasim navenda Hînkirinê ya taybet bi keçan a li gundê Şemoka yê ku tenê 2 kîlometroyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye û Neteweyên Yekbûyî sponsoriya wê dike, kir armanc. Di encamê de 4 zarok şehîd bûn û 11 zarok jî birîndar bûn. Ev zarok hemû keç in. Ev êrişa hovane, hemû pîvan û qanûnan binpê dike û ji sûcên şer e. Di heman demê de ew pêkanîna şerê qirkirinê li dijî gelê me ye û rûyê din ê DAIŞ'ê ye."

 

Koalîsyonê navê kujer hilneda

Koalîsyonê Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê bi daxuyaniyeke kurt hingê êriş rûreş kir lê navê êrişkar hil neda. Ji ber wê ji gelek aliyênn siyasî nerazîbûn nîşanî vê helwêsta Koalîsyona Navneteweyî de. Li ser pirsên rojnamevanên Kurd, Koalîsyonê îdîa kir ku wê ev êriş û failên wan rûreş kirine. Lê hingê jî navê dewleta Tirk weke êriş kar hilneda. Em ji daxuyaniya Koalîsyona Navneteweyî hîn bûn ku dewleta Tirk a êrişkar gava êriş kir, zarok li hewşa dibistanê bi voleybolê dilîstin. 

Yek ji birîndarên êrişa dewleta Tirk li vê dibistana ji bo keçan de, Silava Remedan bû. Silava li Dirbesiyê sala 2005´an hatibû dinê û ji ber giraniya birînên xwe 1'ê Îlonê li nexweşxaneyê şehîd bû.

NAVENDA  NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.