- Bi manşeta “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan, Em ê bi Tolhildanê Agirê Azadiyê Geş Bikin” hejmara yekem a sala 2022`an a Kovara Silava derket
Bi manşeta “Ji Sara heya Viyan, Nûjiyan û Rojînan, Em ê bi Tolhildanê Agirê Azadiyê Geş Bikin” hejmara yekem a sala 2022`an a Kovara Silava derket. Kovara Silava bi piştgiriya “Yekîtiya Jinên Ciwan” derdike.
Jinên Ciwan di hejmara yekem a sala nû ya kovarê de cih dan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan, salvegera Şehîd Viyan Soran, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan û Rojîn, berxwedana girtiyên jin di girtîgehên dewleta Tirk de, berxwedana Garê û berxwedana YJA Starê.
Kovara Silava, di sala 2014’an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN