• Şîlan Kobanê: Heke li kêleka gel û hevrêyên xwe di vê qonaxê de ku Sûriye û Rojava tê re derbas dibe, nesekinim, ez ê çawa ji xwe re bibêjim, ez jineke şoreşger û siyasetvan im di nava tevgera rizgariyê de.

Xwişka têkoşer Şîlan Kobanê, Qudret Baqî wiha têkoşîna xwişka xwe wesf dike: "Şîlan ey kulîlka li serê çiyayên Kurdistanê, ey xwedawenda li Mezopotamyayê, ey fermandara jina şoreşger, tu xwişk û hevrêya min î, xwediyê çavên reş û porê zêrîn î. Ey xwedî cesareta bihêz ku hêza xwe ji xwedawend Îştar, Înana, Bêrîtan û Zîlanê yên li çiyayên Kurdistanê wergirtî."

Doh (29.11.2020) salvegera 16’an a şehadeta têkoşer Meysaa Baqî (Şîlan Kobanê) û hevrêyên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl bû. Şîlan endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) bû. Hêzên hikûmeta Şamê û rejîma Tirkiyê di 29’ê Mijdara 2004’an de di dema Şîlan û hevrêyên wê bi erkekê radibûn li ser sînorê Iraq-Sûriyê, bi komployeke li bajarê Mûsilê hatibûn şehîdkirin.

Têkoşer Şîlan Kobanê 1971’ê li nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan hate dinê. Xwişka wê Qudret Baqî dibêje, Şîlan Kobanê ji biçûkaniya xwe ve serî li ber zêhniyeta paşverû ya civakê hildaye. Qudret Baqî dibêje, bi vê serîrakirina xwe Şîlan Kobanê hişt ku malbat rêzê ji vîn û xwesteka wê re bigire di meseleya diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe de.

Şîlan Kobanê hê 12 salî bû, ji ber ku beşdarî cejna Newrozê bû, hartibû girtin û 5 rojabn di hepsa Helebê de ma.

Şîlan Kobanê li nava malê her li ber neheqiyê radibû û bi nîqaşên xwe jî tesîr li maliyan dikir. Ew li hember bavê xwe disekinî û wê parastina dayika xwe dikir: "Çima tu parastina mafên xwe nakî, zulmê qebûl neke."

Ez ne li kêleka miletê xwe bim...

Şîlan Kobanê sala 1991’ê tev li nav refên PKK’ê dibe û pê re tesîreke mezin li ferdên malbatê û jinên deverê dike. Xwişka wê Qudret jî yek ji van kesan bû ku bi tesîra wê tevlî nav refên Gerîla bû.

Qudret Baqî beriya ku Şîlan kobanê biçe Rojava ew dîtiye: "Em hefteyekê li Mûsilê bi hev re man. Wê demê pirr kêfxweş bû ku berê wê dikeve Rojava, û ji min re got, divê ez biçim Rojava û li rex gelê xwe bisekinim, bi taybetî li kêleka jinan, da ku xwe bigihînin azadiyê. Pêdiviya wan bi min heye."

Qudret Baqî ji ber aloziya li Rojava, naxwaze Şîlan Kobanê biçe Rojava. Lê Şîlan Kobanê wiha bersiva wê da, "Heke li kêleka gel û hevrêyên xwe di vê qonaxê de ku Sûriye û Rojava tê re derbas dibe, nesekinim, ez ê çawa ji xwe re bibêjim, ez jineke şoreşger û siyasetvan im di nava tevgera rizgariyê de."

Hevdîtina dawî

Piştî vê hevdîtinê bi 5 mehan Qudret Baqî careke din Şîlan Kobanê dît û 18 rojan bi hev re li Sûriyê man. Qudret wiha behsa vê hevdîtinê dike: "Wê demê, Şîlan, Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan xwe amade dikirin ku biçin Rojava û pirr bi coş bûn, ji bo wan rojeke pirr girîng bû. Ji her hevalî re li Rojava erkek hebû û hemûyan jî bi tehlûkeya rewşa li Sûriyê û sûcên rejîma Basê ya şovînst dizanî.

Li gorî dema Iraqê, saet 08:40 bû, hevrê Fûad taştê bi lez amade dikir, hevrê Cemîl jî tiştên xwe amade dikirin, lê hevrê Zekeriya û Ciwan jî xwe amade dikirin. Şîlanê jî her tim ji min re digot; hay ji xwe hebe.

Qudret Baqî hevrêyên xwe yek bi yek bi rê kirin, lê nizanî ew hevdîtina dawiyê ye: "Piştî vê bi 4 saetan, agahiya şehadetê di 29’ê Mijdara 2004’an de dema derketina ji Mûsilê, gihaşt min. Cenazeyên wan li Goristana Şehîd Harûn a li çiyayên Qendîlê hatin veşartin.

ANHA/QAMIŞLO