Siheta wê jî saeta wê jî xweş

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Sibat 2021 - 00:22

Mirov dikare ji saeteke kevin çi çêke? Hunermenda ji bakurê Emerîkayê Sue Beatrice jî li bersiva vê geriyaye. Ew peykeran ji çerxên hûrik, mîl, hesin, birxoyên piçûçik çêdike. 

Wê ji zaroktiya xwe ve dixwest bibe hunermendek, keseke ku tevahiya karê xwe huner be. Niha jî bi van peykerên hûrik û di heman demê de rewan, ev daxwaza wê, ev xewna wê ya zaroktiyê pêk hatiye. 

Ew li bajarê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê, New Jerseyê hatiye dinê û li wir mezin bûye. Ew xwe weke zarokeke xwezayê dibîne, ji ber ku devera lê mezinbûye, ew weke gundewar bi nav dike. Wê di deh saliya xwe de dest pê kir kevirên boyax kirin û ev kevir firotin jî. Piştre gelek şêwazên şêwekariyê ceribandine. Hîna 15-16 salî bû gelek pêşangeh vekiribûn jî. Wê li Washington D.C.’yê heta li buroyên kongreya DYE’yê jî pêşangeh vekirin. 
Piştî ku li Akademiya Hunerên Bedewa a Pennsylvaniyayê xwend. Pê re jî kariyera wê ya pîşeyî dest pê kir. Wê pêşî rolyefên li ser pereyên metal çêkirin û ji bo vê jî di warê pîvan û bikaranîna sîhê de xwe kir hoste. 

Wê bêhtirî 30 salan bi awayekî profesyonel peykertraşî û şêwekarî kir. Di karê xwe de wê ji bo Disney, Werner Bross jî kar kir. Bi vî karî de wê xwe di warê şêwekariya dîjîtal a 3D  de jî kir hoste. Lê piştre wê berê xwe da “All Natural Arts (Hunêrên bi temamî xwezayî)”. Di vî hunerî de kevir, qûm, cam, pel, dar heta bi perikên kêzikên tên bikaranîn. 

Di van çend salên dawiyê de wê her ev karê hunerê bi temamî xwezayî kir. Pê re jî berê wê ket jinûvebikaranîna bermahiyên saetên kevin jî. Wê hunermendî û senetkariya xwe di vî karî de anî cem hev. Wê ji saetçêkeran û dost, heval û xizmên xwe parçeyên saetên kevin wergirtin û ji wan berhemên hunerî afirandin. 

Mekîneyên me hemûyan ên zemên hene

Ji bo berhemekê ew pêşî parçeyên lazim peyda dike. Piştî wê jî bê navber 3 ta 4 rojan li ser wan dixebite da ku ji wan ji berhemeke hunerî ya peykertraşiyê çêke. Piştî ku xilas dike, ew ji xwe re dibêje sihet xweş. Lê gava mirov li pirpirîng, hesp, hespên deryayê, çivîk û gelek toştên din ên ku wê ji van parçeyên saetan çêkirine, mirov hem dibêje siheta te xweş hem jî saeta te xweş. Ew destpêkirina çêkirina berhemeke xwe wiha rave dike: “Adetî, pêşî kesa ku dixwaze ez berhemê çêkim, fikrekê dide min. Ji wir ez dest pê dikim. Ez piştre li  parçeyên lazim digerim da ku fikrê biberidînim. Û ez destûrê didim ku fikr bi vî awayî xurt bibe û biguhere. Carinan ez rewşekê yan jî parçeyekî teşeecêb dibînim, ew jî dibe îlham ji bo dîzayneke din ku ez ê bifiroşim.”

Lê çima saet, gelo ji bo di zemên de berepaş û berêpêş biçe: “Ma ne, mekîneyên me hemûyan ên zemên hene, ne wilo?  Yên ku me di zemên de vedigerînin berê bibîranîn in... Û yên ku me ber bi pêş ve dibin jî xewn û xeyal in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.