Şideta li girtîgeha Manavgatê

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:50

Girtî Tuba Sert a ku cezayê muebeda girankirî lê hatiye birrîn li Girtîgeha Tîpa S a Manavgata Antalyayê tê ragirtin. Sert 2’ê Îlonê li gel malbata xwe hevdîtina vekirî pêk anî û bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihand.  

Tuba Sert diyar kir ku sergardiyan her tim li ser girtiyan zextên derûnî dike û mafên wan ên bingehîn tên astengkirin û girtî bi her cure heqaret û gefên gardiyanan re rû bi rû dimînin.  

Sert destnîşan kir ku girtî Zîlan Demîr di 28’ê Tebaxê de bi malbata xwe re hevdîtina heftane ya bi telefonê pêk tîne û ji Zîlanê re dibêjin:“Zû bike, bibeze” û Zîlanê jî li ser vê yekê pirsa, “Çima ez ê bibezim?” dike û piştre zor û tundiyê li Zîlanê dikin û diavêjin qawîşê. Sert der barê vê yekê de wiha dibêje:’’Piştî vê bûyerê, sergardiyan gardiyanên mêr digire cem xwe û diavêjin ser qawîşa Zîlanê. Di destê wan de jop û kelemçe hebûne. Hemû cam û mazgalên di korîdorê de digirin û dikevin qawîşê. Gardiyan li qawîşê heqaretan li Zîlanê dikin û gefan lê dixwin. Me girtiyan jî xwest em li dijî midûr derkevin lê destûr nedan. Em ji ber pêkanînên sergardiyan û midûr bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Hin jin di qawîşên yek kesî de hin jin jî di qawîşên sê kesî de tên ragirtin. Em ê li ber her cure zext, îşkence û binpêkirinên mafan têbikoşin û serê xwe netewînin. Encama wê çi dibe bila bibe em ê serî netewînin.” Malbata Tuba Sert jî da zanîn ku li Girtîgeha Manavgatê pêkanînên li dijî aqilan tên kirin û ew ji jiyana girtiyan bi fikar in. 

MA/EDENE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.