Sibe rejîmê biguherînin!

Şemî 27 Gulan 2023 - 00:05

Parlamentera Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) a Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir ku ew dê di serdema nû de bi têkoşîna azadiya jinê û tecrûbeya jinan di meclisê de cih bigirin û got, “Banga min ji bo gel ev e; biçin ser sindoqê. Mohra vê hilbijartina qederê di destê me de ye.” 

Perîhan Koca got, Mêrsîn, bajarekî kedê ye lê ji ber polîtîkayên şaş ên çandiniyê, bêkarî lê mayînde bûye û wiha dewam kir: “Li Mêrsînê ji ber jinbûnê pirsgirêka jinan a îstîxdamê heye. Me dît ku gelek zarokên keç dixebitin. Ev demeke dirêj e ku jin li vî bajarî têdikoşin. Li Mêrsînê tevgereke jinan a xurt heye. Me dît ku li dijî tifaqa bi kujerên Konca Kurîş re pirr bihêrs in. Di xebatên hilbijartinê de jin li pêşiya her kesî bûn. Bûn kirdeya kampanyaya hilbijartinê. Em ê pirsgirêkên jinên Mêrsînê bibin meclisê û ji bo wan xebatan bimeşînin.” 

Koca axaftina xwe îfadekirina mumkinbûna guherandina rejîma heyî û banga çûna ser sindoqan qedand: “Di dîroka Tirkiyeyê de tifaqa herî faşîst, paşverû û tarî hatiye avakirin. Têkoşîna me ya li dijî wan wê bidome. Em ê li meclisê bibin dengê jinan. Tûra duyemîn a hilbijartinê dê bibe referandûmek. Siberoja me wê bi dengên me bê diyarkirin. Êdî tehemûla me nema ye. Lewma em ê xwedî li dengê xwe derkevin. Banga min li gelê me ev e: em dikarin qedera xwe bi destên xwe diyar bikin. Divê em biçin ser sindoqê û helwêsta xwe zelal nîşan bidin. Mohra vê hilbijartina qederê di destê me de ye.” 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.