Shakespeare; ji bo kî û ji bo çi?

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 16 Adar 2024 - 00:12

  • Helbestên Shakespeare ku bi hest û aqilekî bêhempa hatine nivîsandin ji hêla zordaran ve jî hatin bikaranîn. Hin qral, dîktator û fermandarên artêşan helbestên wî manîpûle kirin û ji bo bê wijdaniya xwe veşêrin bikaranîn.

Shakespeare kesekî dahî bû yan jî ezab û îşkencê dida xelkê? Ew ji her duyan jî hinek bû. Di helbestê de, nexasim jî di zimanê Ingilîzî de kes nekarî jê bibuhire. Ji ber ku nikaribûn vê yekê pêk bînin gelek helbestvanên Ingilîz aciz dibûn û ji ber vî tiştî tim serê wan diêşiya. Shakespeare beriya 400 salan li ser xizanî û şerpezebûna insanan nivîsand. Her wiha wî behsa şaşwazî û bextewariya insanan jî kir di helbestên xwe de. Hin caran gava mirov helbestên Shakespeare dixwîne mirov xwe di valahiyekê de hîs dike û ev yek moralê insanan xera dike. Her wiha mirov li vî tiştî mikur tê; ew ê careke din helbestên bi vî rengî neyên nivîsandin. Ev yek hêleke şareza ya Shakespeare îşaret dike.

Lê li hêla din jî ev helbestên ku bi hest û aqilekî bêhempa hatine nivîsandin ji hêla zordaran ve hatin bikaranîn. Hin qral, dîktator û fermandarên artêşan helbestên wî manîpûle kirin û ji bo bê wijdaniya xwe veşêrin bikaranîn. Bi xinizî nêzî helbestên wî bûn û li gor berjewendiyên xwe ango ji bo hêza xwe nîşan bidin bikaranîn helbestên Shaekspeare.

Shakespeare û şer

Li Muzeya Neteweyî ya Artêşê ya ku Chelsea dimîne pêşangeheke bi navê “Shakespeare and War” (Shakespeare û Şer) hatiye vekirin ku balê dibe ser van tiştên me li jor nivîsandin. Di pêşangehê di le gel dahîbûna Shakespeare her wiha ezaba helbestên wî ya ku bi destê zordaran bi armanceke din hatine bikaranîn jî şirove dike. Yanî nihêrînên Shakespeare û helbestên wî teşe dane artêşên dewletan û xwesteke şer gurtir kirine. Ji xwe di helbestên Shakespeare de yek ji temayên sereke jî “şer” e. Wî di lîstikên xwe de jî gelek caran şer bi awayekî dramatîk teswîr kiriye û karakterên ku ava kirine jî ekserî leşker in. Pêşangeha di derbarê Shakespeare de ji alav û qeydên ku hatine girtin îlhamê werdigire. Di pêşangehê de gelek posterên propagandayî û parçeyên filman jî tên nîşandan. Helbest û lîstikên Shakespeare li ser helwêstên xelkê tesîreke çawa ava kirine, ev yek jî tê nîqaşkirin di pêşangehê de.

Leşker ji helbestên wî îlham girtin

Piştî Shakespaere helbest û lîstikên xwe nivîsandin, Brîtanya daxilî gelek şer û herban bû. Di van şeran de helbestên Shakespeare bêhtir bi nirx bûn û hatin bikaranîn. Yanî nivîsên wî hem îlhamê dan leşkeran û hem jî dan sivîlan. Nexasim jî di dema şer de ev helbestên wî bi awayekî tesîrê li insanan kirin çi baş û çi jî xerab. Gelek caran jî helbestên wî ji hêla rayedarên dewletê ve ji bo ku bi xelkê xwe re baweriyê çêbikin hatin bikaranîn. Helbestên Shakespeare hin caran jî ji bo ku leşkeriyê rexne bikin û balê bibin ser zehmetiya şer hatin bikaranîn. 

Di mirinê de jî her Shakespeare hebû

Di pêşangehê de pirtûka bi navê “The Second Folio” ku ji hemû lîstikên Shakespeare pêk tê hatiye nîşandan. Ev pirtûk ya Kral Charles I. e û kopyaya pirtûkê ye. Ji ber ku orjînala pirtûkê “The First Folio” di sala 1624’an de hatibû çapkirin û gelek deng vedabû. Kral Charles I. di sala 1649’an de hate îdamkirin. Beriya ku were îdamkirin di destê wî de tim ev pirtûk hebûye û bi vê pirtûkê wî haziriya mirina xwe dikir. Wî ev pirtûk tenê ne dixwend her wiha gava dixwend li ser pirtûkê tiştinan jî dinivîsand û nîşeyan digirt. Wî hin sernavên lîstikan li gor xwe diguherand. Yanî heta mirina xwe jî di bin tesîra karakterên lîstikên Shakespeare de bû û çarenûsa xwe bi vî awayî dinirxand. Li vir tiştê balkêş ewe ku wî di wextê îdama xwe de jî dev ji xwendina Shakespeare bernedaye. Ev tişt nîşaneya hêz û tesîra nivîsên Shakespeare nîşan didin. Ji lewma Shakespeare li Brîtanyayê hêzek bû. Ji lewma kral û fermanderên artêşan ji Macbeht û Hamlet peyvan dizîn û ji bo berjewendiyên xwe bikaranîn. Bi vî awayî Shakespeare hîn bêhtir bi hêz dibû û dihat zanîn.

Macbeth ji bo propagandayê bikaranîn

Nimuneyeke din jî Mareşal Lord Kitchener e. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de çawîşekî xwedî hêz bû ku xelkê teşwîqî şer dikir û wan dibir eniyan. Nexasim jî bala wî li ser ciwanan bû û bi gotinên Shakespeare berê ciwanan dida şer. Gava Lord Kitchener ji bo şer posterek hazir kir ji berhema Shakespeare ya “Macbeth” peyva; “Li benda emiran nesekinin, niha herin!” Kopyayên vî posterê li leşkeran hatin belavkirin. Shakespeare van helbestên xwe her çend bi vê armancê nenivîsandibe jî fermandar û leşkerên Brîtanyayî bi vê armancê bikaranîn. Bi vî awayî otorîteya xwe saxlemtir dikirin û pişta xwe didan helbestên Shakespeare. Bi milyonan kes bi saya helbestên wî hatin îknakirin ku tevlî şer bibin û xwe li meydana şer nîşan bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.