Şêx Seîd rûmeta vî gelî ye

Yekşem 17 Kanûn 2023 - 16:01

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êriş û heqaretên li dijî Şêx Seîd daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hate dayîn û endamên platformê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Berdan Ozturk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi zimanê xwe yê qirêj li hemberî nirxên gelê kurd zimandirêjiyê nekin” hate vekirin û gelek caran dirûşma “Şêx Seîd rûmeta vî gelî ye” hate berzkirin. Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan ku daxuyanî da, bibîr xist ku komên nîjadperest û şoven di şexsê Şêx Saîd û hevrêyên wî de li dijî nirxên gelê Kurd zimandirêjiyê dikin. Turan, diyar kir ku Şêx Seîd û hevrêyên wî ji bo maf û edaletê têkoşiyan û got: “Ji ber vê yekê rastî xezeba serwerên wê demê hatin û hatin bidarvekirin. Mîna ya Seyîd Riza û Nûrî Dersimî ku rûmeta gelê Kurd in, cihê gora wan jî nediyar in. Lêkirina navê Şêx Seîd û hevrêyên wî li qadekê, ji bo gele Kurd nîşaneyeke rêzdariyê ye. Êrîş û daxuyaniyên nîjadperest ên ji ber vê yekê tên kirin, nayên qebûlkirin.”

 

Cotstandartiyê dikin

Turan, her wiha destnîşan kir ku hinek derdor van êrîşan weke derfeteke hilbijartinê dibînin û got:“Weke amûrekî rantê bi kar tînin. Haya me ji van hewldanan heye. Qada behsa xeberê tevî 60 ciyên nû yên vedibin, di 29/11/2011’an de li gorî biryara bi hejmar 274’an Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di serdema Osman Baydemîr de hate dayîn. Yên îmze avêtine bin vê biryarê jî hevşaredar û rayederên wê demê ne. Derheqê wan de jî lêpirsîn hate destpêkirin û hêj tên darizandin. Desthilatdara heyî ku 20 sal in desthilatdar e, polîtîkayên sedsalê yên komarê bi xwe didomîne. Li aliyekî bi hinceta riza dewletê cihên gorên pêşengên kurdan diyar nakin, li hêla din jî qeyûmê wan û hevkarên xwe hewl didin li ser vê mijarê ranteke siyasî bi dest bixin. Ev yek, cotstandartiya desthilatdariyê radixe ber çavan.”

 

Bila herkes hedê xwe bizane

Di berdewamê de Turan, anî ziman ku li Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û pişaftinê re pirsgirêkên bingehîn çareser nabin û wiha got: “Demokrasi, hiqûq, mafên mirovan ên bingehîn û azadiya mirovan dane sekinandin. Lê belê, weke pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê em ê li vê erdnîgariyê ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk têbikoşin. Em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin. Em, êrişên nîjadperest û şoven ên di şexsê Şêx Seîd û hevrêyên wî ku ji bo têkoşîna maf têkoşiyan tên kirin, tu carî qebûl nakin. Ev feraseta şoven, bûye çavkaniya nebaşî û pevçûnên sedsalî. Ji bo ku şer heta sed salên din li ser vê erdnîgariyê nedomin, em banga aştî, aramiya civakî û demokrasiyê li her kesî dikin. Bila her kes hedê xwe bizane û hesabên xwe li gorî vê bike!”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.