Mîsyona Şêx Seîd li nav Tevgera Kurd li dar e

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:37

  • Hasan Basrî Firat bal bire ser lîstikên gemarî yên ku bi destê dewleta Tirk bi navê Şêx Seîd têne rêvebirin û got, namzetên dijmin nikaribin şopdarê Şêx Seîd, Şêx Seîd mîsyona xwe li nav Tevgera Kurd didome û bang li gel kir ku li dor DEM  Partiyê bibin yek.

Yek ji neviyê Şêx Seîd Hesen Basrî Firat têkilî lîstikên gemarî yên di pêvajoya hilbijartina xwecih ên li Erzerom û Amedê hatine danîn ji ANF’ê re axivî û bang kir ku gel neyê lîstikan û li dora DEM Partiyê bibin yek. Serokê şaredariya Xinûsê ya berê Hasan Basrî got  li navçeyên Kurdan ên Erzîromê li dijî hilbijêran operasyonên têgihiştinê tên meşandin.

Firat bi bîr xist ku li Erziromê di sala 2014’an de bi ruhê neteweyî yê welatparêzî çar şaredariyên navçeyê hatibûn bi dest xistin û wiha dom kir, “Lê tehemûla dewletê li hemberî vê serkeftinê nebû, ji ber vê qeyûm tayînî şaredariyan kir. Ez îro ji sirgûnê bang li gelê me yê hêja ya Erziromê dikim; Bi ruhê welatparêziyê biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe bi dest bixin. Hûn ê xwe bi xwe birêve bibin. Şaredarî dîsa têxin xizmeta gel. Ji bo em li erdnîgariya xwe bi ziman û çanda xwe bijîn pêwîst e di hilbijartinên xwecihî de bi ser bikevin. Em hemû li dora partiya xwe bibin yek. Bila kîn û hêviyên xwe bidin aliyekî.”

Firat, destnîşan kir ku rejîma Erdogan di politikayên xwe yên îmha û înkarê de ya li çar parçeyên Kurdistanê israr dike û bal bire ser girîngiyeke dîrokî ya gelê Kurd ku li ser sindoqan li dijî vê polîtîkayê helwestê nîşan bide.

Namzetê dijmin nabe şopdarê Şêx

Firat bi domdarî wiha pê de çû: “Li ser navê ol divê gelê me bi taybetî jî gelê me yê Serhedê nexapin. Şêx Seîd û mîsyona wî diyar e. Mîsyona Şêx Seîd û hevrêyên wî, têkoşîna gel û siyaseta Kurd e ku îro jî dewam dike. Bi taybetî divê gelê me di vê mijarê de hesas be. Di demên berê de Kurd li ser navê ol bê statû hatibûn hiştin. Gelê Kurd li ser navê biratiya olî hat xapandin. Şêx Seîd ji ber ku ol, çand û zimanê me hate înkarkirin têkoşiya. Îro yên ku ji bo parastina maf û hiqûqa gelê Kurd têdikoşin, xwedî li mîsyona Şêx Seîd derdikevin. Divê gelê me vê rastiyê zanibe; namzetê partiyek dijmin ango alîgir, nabe şopdarê Şêx Seîd. Ji mirovek ku ketibe bin xizmeta dijmin de helwestek rast jê hêvîkirin şaş e. Mîsyona me siberoja gelê me ye.”

Tev dijminê gel in

Firat, da zanîn ku dewleta Tirk bi ol û netewperestî re hestên gel îstîsmar dike û got, “Piştî dagirkeriya Efrînê, ji bo siyaseta xwe rewa bikin, pêşî mizgeft, medrese û saziyên olî ava kir. Hîzbûllah ango Hûda Par jî destek da wan. Ev niha navê Şêx Seyîd bikar tînin. Divê gelê me bi wan neyên xapandin. Zîhniyeta wan nûnertiya gelê me nake. Şêx Seîd û hevrêyên wî ji bo gel berdêl dan. Tevî dijminê gelê xwe, tevnegerîn.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.