Welatparêzê Kurd ê ji civaka Êzidî Şêx Behcet Kizilyel ku li bajarê Celle yê Elmanyayê dima, di 26'ê Tebaxa 2020'an de kiras guhert.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyan ên li Bakurê Kurdistanê bi peyameke hevpar sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwestin.
Di peyamê de hate bibîrxistin ku Kizilyel ê ji gundê Gêdûkê yê herêma Bişêriyê ya Êlihê, sala 1968'an hatibû Elmanyayê û ji hingî ve li bajarê Celle dima.
Şêx Behcet yek ji damezrînerên Mala Êzidiyan a Celle bû. Heta roja dawî ya jiyana xwe di nava karê gelê Kurd û Êzidiyan de bû.
Şêx Behcet yek ji wan kesên destpêkê bû ku bi Rêber Apo re hevdîtin kiribû û di welatparêziya xwe de felsefeya Rêber Apo esas werdigirt.
Şîna Şêx Behcet doh hat danîn û wê heta 29'ê Tebaxê li Mala Êzidiyan a Celleyê bidome.

NAVENDA NÛÇEYAN