- Wênegirê ji Swedê, Tommy Ingberg bi rêya montajê fotografên surrealîst disêwirîne. Ew ji bo van fotografên sêwirandî dibêje, “Helbet ez dixwazim bi van sêwirandinên xwe bîneran jî mijûl bikim. Gava ku ew li fotografên min dinihêrin, bila pirs û bersivên xwe bi xwe bibînin, ji şiroveyên min bêhtir ên wan girîngtir in.”
Tommy Ingberg di warê fotograf û dîmenên dijîtal de weke sêwirmendekî jêhatî tê zanîn. Ew di sala 1980’yî de li Swedê hatiye dinyayê û bi fotograf-montajên xwe navdar e. Ew bi van fotograf-montajên xwe bi xweza, hest û nihêhêrînên insanan dadikeve û berhemên minîmalîst disêwirîne. Ev fotografên wî, ne ku tenê minîmalîst in, her wiha bi fîgûrên ku di fotografan de bi kar tîne, dinyayeke surrealîst jî ava dike.
Tommyy Ingberg ji zarokatiya xwe ve diafirîne û ne kesekî dûrî karên hunerî bûye. Dema li dibistanê ye, tim li ser defteran xêz dike û her wiha heyranê kamerayan e. Ji lewma jî ew karê fotografiyê hildibijêre û bi vî awayî afirîneriya xwe bi pêştir dixe. Tommy Ingberg gava behsa kameraya xwe ya pêşî dike, dibêje, “Kameraya min a pêşî ‘Praktîka’ bû û du lensên wê hebûn. Xala nîskokê tine bû û nikaribû dîmenan bipîve. Bi qasî ku pereyên min têrê kirin, min hewl da gelek ceribandinan bikim. Ji bo vî karî min roj û saetên dirêj bihurandin. Niha jî ev kar kela canê min radike û di her fersendê de fotografan digirim.”
Pirs û bersiv bila yên bîner bin
Tommy Ingberg dixwaze bîner fotografên wî şirove bikin û ji bo vî tiştî dibêje; “Ez binehişê insanan bi fotografan nîşan didim. Fotografên min bêhtir razeber in. Bingehê fotografên ku disêwirînim, dinyaya min a hundirîn e, hest û nihêrînên min in. Ji lewma jî xebatên min hinekî jî şexsî ne, eynî weke rojnivîskeke dîtbarî binirxînin. Helbet ez dixwazim bi van sêwirandinên xwe bîneran jî mijûl bikim. Gava ku ew li fotografên min dinihêrin, bila pirs û bersivên xwe ew bi xwe bibînin, ji şiroveyên min bêhtir ên wan girîngtir in.”
Huner kêm bû di fotografên min de
Tommy Ingberg weke endezyarê kompûterê ji zanîngehê mezûn dibe û piştî zanîngehê weke her kesî di karekî normal de dixebite. Ew bi salan di karê kompîtûran de dixebite lê di heman demê de weke hobiyekê jî bi girtina fotografan re mijûl e. Lê çawa ku ew jî tîne ziman; “Ev kar tenê hobî bû ji bo min. Di warê teknîkê de jî ez gelek xurt bûm. Lê di warê hunerî de ez qels bûm. Ez bi xwe ne bawer bûm. Ji xeynî tiştên ku dixwazim çêkim, ez bi pey tiştên ku naxwazim bikim, ketim. Ne bi dilê min bûn, lê ji mecbûrî min gelek kar kirin. Yanî min xwe xerab jî hîs nedikir gava ku bi van karan re mijûl bûm, lê her tim kêmasiyekê xwe dida der. Di warê girtina fotografan de ez kesekî xurt û afirîner bûm, lê min nizanîbû ez ê çawa vê afirîneriyê veguherînim û berhemên hunerî çêkim.”
Ji sînoran dibuhire
Ji bo ew di karê fotografiyê de xurttir bibe û karibe berhemên hunerî jî çêke kûr û dûr diçe û bi gotina wî, ew noqî nava lêkolînan dibe! Tommy Ingberg piştî lêkolînên di warê fotografiyê de tiştên nû kifş dike; “A ha va ye li ew li wir bû! Piştî ez di lêgerînan de kûr çûm min fam kir huner ji bo min tê çi maneyê, yanî tiştê ku dixwazim pê re mijûl bibim xwe nîşanî min da. Weke terapiyekê min dest bi çêkirina fotografan kir, fotografên sêwirandî bûn ev û bi rêya montajê min ev fotograf çêkirin. Min nedixwest ji xelkê re bibêjim va ye ‘fotografên hunerî’ çêdikim û ji xwe ev yek êdî ne xema min bû jî. Lê min tenê ji bo ku ez dixwazim fotografan sêwirand, ji lewma pêdiviya min bi vî tiştî hebû. Her wiha ew ê xelk çi bibêje û van fotografan bi çi awayî binirxîne jî ne di rojeva min de bûn. Ez ji van sînoran bihurîm û min çîrokên xwe bi awayekî azad sêwirand bêyî ku berbayî pêşdarazên xelkê bikevim.”
Astengî karên baş derdixin holê
Tommy Ingberg dide zanîn ku ew bi van fotograf-montajên xwe serbilind e û ji ber ku bi armanceke wiha tevdigere jî kêfxweş e. Ji bo rêwîtiya xwe ya di vî warî de jî ew dibêje, “Min rêyek ji xwe re peyda kir, helbet ev ne rêyeke bê asteng bû. Gelek asteng derketin hemberî min û rêwîtiyeke hêsan nîn bû. Lê bi her astengiyekê re ez bêhtir li karê xwe hûr bûm û bi rikeke mezin, min ev kar birin serî. Jixwe, di jiyanê de tiştê herî xweş jî ev e. Heta tiştên ne baş neyên serê mirov û astengî dernekevin hemberî mirov, karên baş dernakevin holê. Yanî heger serpêhatiyên min ên ne baş çênebûna, ez ê di vî karî de bi ser neketama.”
NAVENDA NÛÇEYAN