Sêwirandineke balkêş; pirtûka pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 9 Çile 2025 - 00:48

Amazon di sala 2007’an de tableta bi navê “Kindle” derxist holê bi saya vê tabletê pirtûkxaneyan xist berîka kesan. Yanî ji dêvla xelk herin pirtûkaxaneyan pirtûkxane hatin ber destê xwîneran. Sêwirînerê bi navê Rachel Walsh ku li Dibistana Huner û Sêwirandinê ya Cardiff şagirt e ji bo dersa sêwirandinê projeyeke balkêş çêkir. 

Mamosteyên dibistanê ji Rachel Walsh xwestin ku bi rêya teknîkên modern û înternetê ji bo kesekî beriya salên 1900’ jiyana xwe ji dest daye tiştekî bisêwirîne. Rachel Walsh jî ji bo Charles Dickens tableta Kindle ji nûve sêwirand. Rachel Walsh di qutiyên piçûk de qederê 40 romanên klasik bi cih kir. Ev romanên mînyatûr û piçûk in. Yanî di nav pirtûkeke mezin de romanên piçûk ên mînyatûr. 

Rachel Walsh ji bilî pirtûkên favorî yên Charles Dickens ji pirtûkxaneya xwe jî hin pirtûkan li van romanên mînyatûr zêde kiriye û bi vî awayî projeya xwe temam kiriye. Hin romanên mînyatûr ên ku di nav pirtûka mezin de cih digirin ev in; Don Kîxot (Shakespeare), The Catcher in the Rye (J.D.Salinger), Oliver Twîst û David Copperfield (Charles Dickens).

Ev proje weke “pirtûka pirtûkan” tê pênase kirin hevkariya tenkolojî û wêjeyê nîşan dide. Ev sêwirandina balkêş weke metaforeke afirîner jî tê pênasekirin û ji bo valahiyên di navbera mekan û zeman de dagire hatie çêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.