- Artemisia Gentileschi şêwekareke destpêka sedsala 17´an e li Îtalyayê û ji serketîtirînên nifşê xwe tê qebûlkirin. Wê nexasim jî fîgurên mîtolojîk ên jin ji bo wêneyên xwe tercîh kirin.
REWŞAN DENIZ
Artemisia Lomi yan jî Artemisia Gentileschi, şêwekareke Îtalî ya Barokê ye ku nexasim jî bi wêneyên xwe yên ku weke “Hêza Jinê” jî tên binavkirin, navdar e. Ew 8´ê Tîrmeha 1593´yan hatiye dinê, lê roja mirina wê bi temamî nayê zanîn. Texmînî sala 1656´an wê di dema webayê de wefat kiriye. Artemisia weke yek ji hunermendên herî serketî yên sedsala 17´an tê qebûlkirin.
Serê pêşî ew jî weke bavê xwe xwe Orazio, bi usûlê Caravaggio kar dike. Ew panzdeh salî dest pê dike û berhemên pisporiyê diafirîne. Di serdemekê de ku derfetên xwefêrkirin û tetbîqkirina hunerî ji bo jinan pirr kêm bûn, Artemisia bû jina ewil a ku bû endama Accademia di Arte del Disegno li Floransayê. Ew di heman demê de bû xwedî mişteriyên ji derveyî Îtalyayê jî.
Artemisia di berhemên xwe de para bêhtir jinên ji efsaneyan û mîtên dînî xêz kirin. Wê her wiha jinên di Tewrat û Incîlê de behsa wan tê kirin jî xêz kirin. Di nava wan de mexdûr, yên ku xwe kuştine û şervan jî hene. Yek ji mijarên wê yên pirr baş pê tê zanîn “Susanna û Rûspî” ye, nexasim jî versiyona wê ya sala 1610´an a li Pommersfeldenê. Yeka dinê “Yûdît Holofernes ser jê dike” ye; versiyona wê ya 1614–1620´an li galeriya Uffizi ye. Yeka dinê jî “Judith û Qerqaşa wê” ye, versiyona wê ya sala 1625´an li Înstîtuya Huner a Detroitê ye.
Di sedsala 20´an de hostekariya wê hat dîtin
Di warê hunerî de Artemisia bi jêhatîbûna xwe ya nîşandana fîgurên jin bi xwezayîbûneke (naturalîzmeke) serketî tê nasîn. Wekî din behremendiya wê ya bikaranîna rengan ji bo îfadekirina dîmensiyon [aliyên mekanî] û dramayê jî ji xurtiyên wê ye. Bavê wê Orazio tesîr lê kir bi usûlê xwe yê Caravaggio. Lê wî fîgur û îmaj îdealîze dikirin. Keça wî halê xwezayî yên jinan xêz dikir û direngand.
Lê ji serketîbûna wê bêhtir, çîroka destavêtina wê, ew navdar kiriye. Agostino Tassi hunermendekî ku karê dekorasyonê dikir, li Romayê dest avêtiyê. Bavê wê ev mesele bire dadgehê, ew hîna jineke pirr ciwan bû hingê. Ew beşdarî dadgehkirina wî zilamê dest avêtî wê, bû. Di saxiya xwe de, xelkê weke jineke balkêş lê nihêrî. Lê belê, lêkolîna berhemên wê di sedsala 20´an de nîşan da ku yek ji şêwekarên herî pêşverû û xweîfadeker bû di nav nifşê xwe de. Di sedsala 20´an de û di sedsala me ya niha ya 21´ê de ew tenê ji ber behremendiya xwe, jêhatîbûna xwe û hostekariya xwe tê qebûlkirin, bi qedrê wê tê zanîn û berhemên wê di gelek pêşangehên navneteweyî de tên nîşandan.
Li mala bavê dest avêtinê
Sala 1611´an bavê Artemisiayê, Orazio bi Agostino Tassi re ji bo xemilandina Casino delle Muse ya li nava Palazzo Pallavicini-Rospigliosi ya li Romayê, dixebitî. Rojeke Gulana heman salê, Agostino Tassi diçe serdana mala Orazio. Gava ku tenê bi Artemisia re dimîne, dest diavêje wê. Zilamekî bi navê Cosimo Quorli jî alîkariya wî dike.
Neh mehan piştî destavêtina wê, bavê wê gava ku dît wê Agostino Tassi bi keça wî re nezewice, doz lê vekir. Hem doza destavêtinê - tenê bi şertê ku keça wî ji keçikaniyê hatibe xistin, ev doz dikarî bê vekirin - û hem jî ya diziya tabloyekê. Di dema dadgehkirinê de derket holê ku Tassi pîlan digerand da ku jina xwe bikuje, bi dişa xwe re têkiliya wî ya cinsî hebûye û wekî din jî pîlana wî hebû hin berhemên din ên Orazio bidize. Di dema dadgehkirinê de êşkence li Artemisia hat kirin da ku îfadeya wê bê piştrast kirin. Tiliyên wê bi vîdeyan şidandin heta ku ji ser hişê xwe çû.
Di bûyerê de kirêkereke bi navê Tuzia a ku li mala wan di odeya jor a xênî de dima, xwe li destavêtinê kerr kiribû, tevî ku Artemisia ji bo bi hewara wê ve bê bang lê kiribû.
Serjêkirin di wêneyên wê de
Piştî bûyerê, di berhemên wê de herî zêde jin xuya dikin. Ji van berheman a herî navdar jî “Yûdît Holofornes ser jê dike” ye. Li gorî texmînan sala 1612 yan jî 1613´an temam bûye, yanî salekê yan jî du salan piştî destavêtinê. Ev berhem îro li Museo Capodimonte ya li Napolî ye. Rexnegirên destpêkê yên femînîst ev wêne weke tolhildaneke vîzuel (dîtbarî) li dijî Agostino Tassi şirove kiribû. Lê analîzên vê dawiyê bi awirekî din li wêne dinihêrin, û ew vî wêneyê di peywenda serketîbûna Artemisia di rengandina jinên xurt û bihêz de dibînin. Mijara tabloyê ji Ahîta Kevin hatiye girtin. Behsa kuştina generalê Asûrî, Holofornes bi destê qehremana Îsraîlî Yûdîtê dike. Artemisiayê paşê hin versiyonên din ên vê mijarê rengandine û yek ji wan li Înstîtuya Huner a Detroitê ye.